Dê li Denîzliyê ciwan 'Na'yê birêxistin bikin 2017-02-07 09:07:11 DENÎZLÎ - Li Denîzliyê, ciwanan diyar kir ku ew ê li dijî Tirkiyeya ku ber bi nivşeke oldar û kîndar ve tê kişandin li kuçeyan, dibistanan û qadan 'Na'ya şoreşgerî birêxistin bikin. Li Denîzliyê ciwanan got, ew ê di referandûmê de li dijî pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn "Na"ya şoreşgerî birêxistin bikin. Endamê Genç-Sen'ê Umut Yilmaz, dest nîşan kir ku dê bi pergala serokatiyê re li zanîngehan fikr û bîrdoziyek tenê bibe serwer û got, dê pergala yekzilamî hemû qadên ciwanan bigire. ‘CIWANTIYEKE KU DÊ LI HEMBERÎ SEROKATIYÊ ÇOK DANÎNE HEYE' Yilmaz ê got, "Dê referandûm di navbera dîktator û kesên çok danînin de pêk bê" wiha axivî: "Sedema ewqas teqîna bombeyan tenê dîktorê faşîst ê li ser serê me bi xwe ye. Heke serokatî bê dê tecawuz, îstismara zarokan, bombeyên diteqin hemû bi awayekî fermî têkevin destê kesekî." Yilmaz, anî ziman ku dê ciwanên Tirkiyeyê li dibistanan, qadan, kuçeyan û her derê lê ne divê çima "Na" bê gotin vebêjin û wiha got: "Li vê xakê li hemberî serokatiyê ciwantiyeke ku dê çok danîne heye. Bila qet li benda bêdengî û teslîmbûyîna me nesekinin." DÊ JINÊN CIWAN BIBÊJIN 'NA' Xwendekara Zanîngeha Pamukkaleyê Merve Bal, anî ziman ku divê ji hemû derdorên civakê jin bibêjin "Na". Bal, sedemên çima divê jin bêjin "Na" jî wiha rêz kirin: "Bi pehînan êrîşî jina ducanî ya meşê dike dikin. Li otobêsan êrîşî jinan dikin. Dibêjin ola me ya êrîşkar ev ferman kiriye. Êrîş û tacizên zayendî yên li îmam xetîban, pêkanînên li Weqfa Ensarê hemû rasterast ji ber polîtîkayên îslamî yên hikûmeta AKP'ê ne. Ji ber em jî naxwazin destûra vê tarîtiyê bidin, ji ber wek jinên ciwan mafên me tên desteserkirin û ji bo yeke din jî ji me kê nebe, em ê li dijî pergala erkê ya tecawizkar bibêjin 'Na'." 'EM Ê LI DIJÎ NIVŞEKE OLDAR Û KÎNDAR BIBÊJIN 'NA'' Xwendekarê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Pamukkaleyê û endamê Muxalefeta Ciwanan Cihangir Koroglu, got bi îlankirina OHAL'ê re ciwan hepsî hundurê zanîngehan hatine kirin û bi vê re sinyala ku heke pergala serokatiyê bê dê ciwan li kuderê bên ragirtin didin û wiha got: "Ji ber vê dema em 'Na'yê birêxistin bikin, emê pêvajoya piştî 'Na'yê jî birêxistin bikin." Koroglu, diyar kir ku îro li kuçeyan ciwan nikarin bi rihetî fikrên xwe vebêjin û ji bo vê divê "Na" bê gotin û wiha domand: "Niha Tirkiyeyeke ku ber bi nivşeke îmam xetîbbûyînê, oldar û kîndar ve diçe heye. Li dijî vê jî ciwantiyeke pêşverû, hevdem, laîk heye. Divê ciwantiyeke ku pêşeroja xwe bi dest xistibe hebe, ji ber vê ji bilî 'Na'yê tu alternatîfeke me tune ye." 'EM Ê 'NA'YA CIWANÊN ŞOREŞGER BIRÊXISTIN BIKIN' Koroglu ê got “Jiyana ku em ê niha birêxistin bikin dê jiyaneke zaf cuda be" û wiha axivî: "Li Geziyê me çawa afrîneriya ciwanan daxist kuçeyan û heta demeke dirêj me nehişt îktîdara were vî welatî, bi heman awayî em ê taxan, dibistanan, fabrîqeyan bikin qadên rêxistinbûyîna 'Na'ya ciwanan. Em ê li hemberî herikanê tim bi sekneke serbilind, birûmet û şoreşgeriyî bimeşin. Em ê li dibistanên xwe, taxên xwe jî bibin dengê ciwanên kedkar."