Piştî HDP'iyan niha li Tanrikulu yê CHP'î cezayê girtîgehê xwestin 2017-02-07 09:09:31 STENBOL - Di dema protestoyên Parka Geziyê de Midûrê Şaxa Ewleyiyê Yunus Dolar ji Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu re gotibû "Tu serxweş î, te alkol vexwariye hatiyî, tif neke û biaxive. Bi îdiaya Tanrikulu jî ji Dolar re gotiye "Bêar" û heqaret lê kiriye, der barê Tanrikulu de ji bi daxwaza heta 2 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, der barê Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrukulu ê di dema çalakiyên Parka Geziyê de bi amîrê polîsan re munaqeşe kir îdianame amade kir. Di îdianameya ji aliyê 42'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ve hat qebûlkirin de, der barê Tanrukulu de bi tawanbariya "Heqaretî peywirdarê cemaweriyê kiriye" ji salekê heta 2 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Di îdianameyê de, Mudurê Şaxa Ewleyiyê ya Muduriyeta Polîsan a Stenbolê Yunus Dolar wek muştekî cih girt. Dolar ê di dema bûyerên Geziyê de bi bikarhanîna hêzeke bêtenasûp hat rexnekirin, piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê di Tebaxa 20162an de bi KHK'yê hatibû îxrackirin. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku roja bûyerê Tanrikulu hatiye ber Otela Divanê û ji bo kesên di encama rageşiya polîsan de nerihet bûne ambulans bê û ji bo hatina ambulans da rê bê vekirin û ji bo bang li polîsên çewîkê yên hawirdora otelê bi wesayîtên zirxî dorpêçkirine bike bi megafonê axiviye. Hat diyarkirin ku di dema axaftinê de di navbera Tanrikulu û amîrê polîsan Yunus Dolar de rageşî derketiye û di vê rageşiyê de Dolar ji Tanrikulu re gotiye, "Te alkol vexwariye û hatiyî, tevdîra me xerab neke" û hat îdiakirin ku li ser vê axaftinê Tanrikulu jî dest daye milê Dolar û ev dav daye û ji Dolar e gotiye "Camiş, bêar." Dê darizandina dozê di rojên pêş de li 42'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê dest pê bike.