Ji ‘Generalê biçûk ê Apê Mûsa' ji bo ciwanan tewsiye 2017-02-07 09:17:53 AMED - Yilmaz Yakut ê xwedî tecrubeyeke 18 salan ê belavkirina rojnameya ye got, mebesta serdegirtin û çewisandinên bi ser buroyên rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê û belavkarên wan ew e ku rastiyê asteng bikin û bang li hemû ciwanan kir da wek belavkarekî/ê xwedî li rojnameyên xwe derkevin. Bi taybetî piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bi îlankirina OHAL û derxistina Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK), çewisandin û pêkûtiyên li ser çapemeniya muxalif didomin. Ji van çapemeniyên muxalif Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî rastî bi dehan doz hatin û her wiha xebatkarên wan jî li eywanên dadgehan tên gerandin an jî li qadê rastî gelek astengiyan tên. Herî dawî dawiya hefeyê li wanê polîsan bi ser buroya belavkariyê ya van rojnameyan de girtibûn, 11 xebatkarên wan binçavkirin û li aboneyan jî îfadeya ku di bin çewisandin û pêkûtiyan de rojnameyan werdigirin ferz kiribûn. Rojnamegerên ji vê çandê tên, cara ewil rastî pêkûtiyan nayên. Ji roja ku saziyên çapemeniya azad dest bi weşanê kirin rastî gelek çewisandin, êrîş, pêkûtî, cinayetên "kiryar nediyar", bombekirin, îşkence û girtinan hatin. Yilmaz Yakut ê 18 salan bênavber li navçeyên Sûr û Rezan ên Amedê belvakriya rojnameyan kir û her wiha pirtûka "Generalên Biçûk ên Apê Mûsa" (Apê Musa’nın Küçük Generalleri) nivîsand, behsa van pêkûtiyan kir. "Kaloyê" belavkaran Yakut, bi balkişandina ser binçavkirin û girtinan dest bi axaftina xwe kir û wiha diyar kir: "Binçavkirin û girtin ne xwendevan ne jî belavkar natepisîne. Divê hemû ciwan wek belavkarekî/ê xwedî li rojnameya xwe derkevin û belavkariya wê bikin." ‘NE KÊMÎ SALÊN 90'Î YE' Yakut, got li Wanê hîn jî 11 hevalên wan ên belavkar di bin çavan de ne, xwest hevalên wan bên berdan û wiha got: "Li bajarên cuda jî 6 hevalên me girtî ne. Ji ber gelek hevalên me tên binçavkirin û serbest tên berdan, şertê venêrîna edlî li ser wan tê sepandin û îmzeyê didin. Li qadê hevalên me tên tacîzkirin. Dest datînin ser motorsikilêtên wan, rojnameyên wan, sîxurî li wan tê ferzkirin. Ev hemû pêkanîn ne kêmî yên salên 90'î ne." ‘MÎN DÎT KU KARÊ DIKIM ÇI QAS KAREKÎ PÎROZ E' Yakut, anî ziman ku tevî birayê xwe wî di 14 saliya xwe de ji ber sedemên aborî dest bi belavkariya rojnameyê kirine û piştî demekê hay ji girîngiya ragihandina heqîqetê çêbûye û bêtir wî ji karê xwe hez kiriye. Yakut wiha got: "Min 1990'î de dest bi belavkirinê kir. Bi temamî ji ber sedemên aborî min dest pê kiribû. Lê belê paşê hîn bûm ku karê ez dikim bê çi qas pîroz e û min dev jê berneda." ‘DEMA DIYA MIN EM VERÊ DIKIRIN LI PÊYÎ ME AV DIREŞAND' Yakut, dest nîşan kir ku wî û hevalên wî yên belavkariya rojnameyê dikirin di şert û mercên herî zehmet de jî bi paş ve gav neavêtine û got, ji salên 90'î heta niha belavkar rastî çewisandin û pêkûtiyan tên, gelek hevalên wan mirinê digirtin ber êavên xwe û belavkarî dikirin. Yakut wiha axivî: "Wê demê dema diya min em verê dikirin, li pêyî me av dirijand. Difikirî dê kîjan kurê min veger an dê kîjan venegere. Dema min dest bi belavkariyê kir, hefteya ewil bû ez hatim binçavkirin. Heta dawiya rojê heta xwîn di poz û devê min re avêt li min dan. Zarok bûm, tirsiyam, lê min dev jê berneda." ‘GOTIN TU MISILMANÎ AN' Yakut, anî ziman ku wek salên 1990'î niha jî heftê 2-3 caran tên binçavkirin û îro ev çewisandin zêde bûye. Yakut wiha axivî: "Di salên 90'î de jî em tim dihatin binçavkirin û girtin. Hin pêkûtî û çewisandin bûn sedema hin hevalên me jiyana xwe ji dest bidin. Di 1993'yan de dema min rojname belav dikirin, ji aliyê Hîzbullahan ve min ji stû û newqa xwe 6 derbên satorê xwarin. Kesên bi satoran êrîşî min kirin wiha diqîriyan: 'Tekbîr, Allah û Ekber. Qetla te helal e.' Dema bi birîndarî polîs ji bo îfadedayînê hatin ji min pirsîn, 'Tu misilman î an?'." ‘BI SAYA ROJNAMEYAN JI MIRINÊ FILITÎM' Yakut, ragihand ku Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Gurbetelli Ersoz a jiyana xwe ji dest da, dema dihat rojnameyê tim ji belavkaran re digot divê xwe biparêzin û wiha axivî: "Hevala Gurbetelli tim xweparastinê bi bîra me dixist. Roja ez rastî êrîşa bi saytoran hatim, min wê rojê rojname li newqa xwe û pişta xwe lefandibûn. Bi saya rojnameyan ez mirinê filitîm." ‘JI BO JI PÊŞEROJÊ RE BIMÎNE MIN NIVÎSAND' Yakut, got ji bo pêkanînên belavkarên rojnameyan ji pêşerojê re wek belgeyekê bimînin wî pirtûka "Genarlên Biçûk ên Apê Mûsa" nivîsandiye û diyar kir ku, niha ew amadekaryên pirtûkeke din dike. Yakut wiha domand: "Li buroya belavkariyê rastî Apê Mûsa hatim. Dihat serdana me, nesîhet li me dikirin. Zaf qîmet dida me. Ji ber vê min ev nav li kitêbê kir. Me gelek tişt dîtin. Nirxa wê ya dîrokî zêde ye, ji bo ji pêşerojê re bimîne min nivîsand." ‘RAGIHANDINA RASTIYAN ZAF GIRÎNG E' Yakut, got ji ber îşkenceyên di dema binçavkirinan de nexweşîna epîlemsiyê lê peyda bûye, ji ber rewşa tenduristiya xwe êdî ew nikare belavkariyê bike, lê belê li gel hemû zehmetiyên xw ejî wî bêriya wan rojan kiriye. Yakut, ji bo ciwanên ku îro rojnameyan belav dikin û rastiyan radigihînin gel jî wiha got: "Karê dikin karekî zaf pîroz e. Ji bo gal ragihandina rastiyan, hişyarkirina gel zaf girîng e. Dizanim binçavkirin û girtin ne xwendevanên rojnameyê ne jî belavkarên wê natepisîne. Divê hemû ciwan wek belavkarekî xwedî li rojnameya xwe derkevin."