Ên ku di 10'ê Cotmehê de xilas bûn: Ji ber gazê gelek kes mirin 2017-02-07 11:56:05 ENQERE - Di doza Qatlîama Enqereyê de şahidên axivîn bi gotina "Mirovên ku di 7'ê Hezîranê de gotin 400 parlamenteran bidin bila ev çareser bibe" bal kişandin li ser berpirsyariya hikûmetê. Şahidan diyar diyar kirin ku piştî qaltîaê ji ber gaza hat avêtin gelek kes mirin ji ber vê yekê gilîkar in. Doza Qatlîama Enqereyê di roja duyemîn de li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê berdewam dike. Di danîşîna duh de 3 kiryaran îfade dabûn û der barê bersûcê bi navê Esîn Altintug de biryara girtinê hatibû dayîn. Hatîce Akaltin a ku duh nehat dadgehê û der barê wê de biryara girtinê hat derxistin îro jî nehat dadgehê. Di dozê de kiryarên girtî, parêzerên wan û xizmên mexdûran û parêzerên amade bûn. Gelek kes jî ji bo şopandinê hatin dadgehê. Ji ber ku îfadeyên kiryaran temam bû, malbatên mexdûr di dadgehê de mafê axaftinê girtin. Piştî salek û nîv malbat cara yekemîn e li dadgehê îfade didin. 'JI BER GAZÊ GELEK KES MIR' Mexdûrê bi navê Aga Bayar bal kişand li ser polîsên ku piştî teqînê hatin ber Garê û wiha got: "Ez gilîkar im. Piştî bombeya gazê ya hat avêtin gelek kes mirin. Em ji wan jî gilîkar in." PÊVAJO BI 7'Ê HEZÎRANÊ DEST PÊ KIR Mexdûrê bi navê Alî Karaçay bi bîranîn kesên di qatlîamên Enqere, Pirsûs û Amedê dest bi îfadeya xwe kir. Karaçay wiha got: "Rapora ku bandora bombeya gazê ya di mirinan de hate weşandin. Me dît ku koma hêzên çewîk ên li cem hewzê mudaxaleyî birîndaran dike. Me hewl da mudaxaleyî hevalên xwe yên birîndar bikin. Dibe ku gelek mirov bên girtin lê em vê dizanin; ligel ku li ser qatlîama Pirsûsê 18 meh derbas bû îdianameyk hat amadekirin. Tenê peywirdarekî cemaweriyê hat darizandin û 7 hezar û 500 TL cezayê pere dan. Di 10'ê Cotmenê de 100 kes mirin. Ji bo giliya me ya yekemîn birpara neşopandinê hat dayîn. Gelo qet sûcê kesên ku gotin di 7'ê Hezîranê de 400 parlamenteran bidin bila ev bê çareserkirin tuneye?" Karaçay îfadeya xwe wiha bi dawî kir: "Polîsên ku peywira wan parastina gel e û bombeyên gazê avêtin li ser mirovên ku parçe parçe bûne tu ferqa wan ji DAIŞ'ê tuneye. Em ê edaletê tenê li dadgehan na li kolanan jî bigerin. Heta ku ev qatlîam bi rastî bê darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin."