Girtiyên Girtîgeha Şakranê dest bi greva birçîbûnê kirin 2017-02-07 14:19:36 ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 a Şakranê girtiyan diyar kirin ku bi armanca binpêkirina mafan şermesar bikin bi awayekî dorveger dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 a Şakrana Îzmirê bi armanca zextên li ser wan tên meşandin şermezar bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin 93 girtiyên siyasî yên Tîpa T a Hejmar 3 bi daxuyaniyekê diyar kirin ku bi armanca li dijî pêkanînên keyfî îro dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Li gorî agahiya ji Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan hat girtin, girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirine. Girtiyan anîn ziman ku heta binpêkirina mafan bi dawî bibe dê çalakiya xwe berdwam bikin.