Di doza Qetlîama Enqereyê de mudaxaleyî malbatan kirin 2017-02-07 15:14:41 ENQERE - Di doza Qetlîma Enqereyê ye li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê tê dîtin de polîsan mudaxaleyî malbatan kirin. Di doza Qetlîama Enqereyê ya li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê de piştî nîvro rageşî derket. Dema ku parêzer Mehtap Sakîncî Coşgun diaxivî navê 101 kesên ku jiyana xwe ji dest da xwend. Di vê navberê de yek ji bersûcan bi gotina "Yasîn Boru" qîr kir. Malbatan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşandan û cendirmeyan bersûc derxistin derve. POLÎSAN MUDAXALEYÎ MALBATAN KIR Ji aliyê bersûcên DAIŞ'ê pet-şûşe avêtin malbaten. Polîsan mudaxaleyî malbatên nerazîbûn xwe nîşan dan kirin. Malbat û parêzeran xwestin ku polîsên ku li hemberî wan şîdet bi kar anîne û yên ku pet-şûşe avêtine bên tespîtkirin. Piştî bûyeran danişîn îro bi dawî bû.