Starta ‘Na' li Çinarê dan 2017-02-07 17:12:16 AMED - KCD - HDK, TJA, DBP û HDP’ê ji bo rêxistinkirina 'Na' a di referandumê de starta kampanya “Na" li Çinarê dan destpêkirin. Kampanya "Na" ku starta wê ji aliyê rêxistinên KCD, HDK, TJA, DBP û HDP'ê ve li 44 bajaran ve hat dayîn, her ku diçe belav dibe. Starta kampanya "Na" li navçeya Çinara Amedê bi civîna çapemeniyê hat dayîn. Civîh yi avapişa DBP'ê ya Çinarê pêk hat. Di civinê de Vekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, Parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Ruken Emine Akça, rêveberên DBP û HDP'ê yên Çinarê jî di navde gelek kes amade bûn. Di civînê de Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek diyar kir ku bi vê pergalê pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û diyar kir ku qanûna 82'an û qanûna niha bê amadekirin tu cudahiyên wan ji hev tune ye. Şimşek, bal kişand ser girîngiya referandumnê û wiha got: “Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji bo xwişk û biratiya gelan pêş bikeve, ji bo zextên li ser siyaseta kurd bi dawî bibe, ji bo dawî li rejîma yek mirovî bê, divê em bêjin na û em têkoşîna xwe bilind bikin. Em dê li her derê "Na" bi rêxistin bikin." Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir ji xwest her kes biçe ser sindoqê û diyar kir ku kesên neçin ser sindoqê wekî bêjin "Erê" Pir, anî ziman ku tevî wekîlên wan ên girtî 7 hezar endam û rêveberên HDP'ê girtî ne û wiha got: "Em ji bo pêşeroja Tirikye dibêjin 'Na'. Neçûna ser sindoqê tê wateya 'Erê' Ji ber vê yekê divê her kes biçin dengê xwe bikar bînin. Hevserokên HDP û DBP'ê yên Amedê Gulşen Ozer û Ruken Emine Akça jî li ser girîng û wateya "Na" rawestiya û xwest her kes li dengê "Na" xwedi derkevin.