Parlamentera HDP'ê Ocalan hat binçavkirin 2017-02-07 17:20:53 STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, dema ji bo biçe Îtalya li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat binçavkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Dilek Ocalan, saet di 17:00’an de dema ji bo biçe bajarê Milano yê Îtalya çû Balafireha Ataturk a Stenbolê hat binçavkirin. Dilek Ocalan, ji ber axaftinek xwe ya li navçeya Wêranşarê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê doz lê hatibû vekirin. Li bendê ye ku Dilek Ocalan bibin Edliya Bakirkoy a Stenbolê.