10 belavkarên rojnameyan serbest hatin berdan 2017-02-07 18:36:41 WAN- Li Wanê, 10 belavkarên rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê yên 3 roj berê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Ji belavkaran Osman İnal di bin çavan de ma û hat ragihandin ku ji ber dosyeyek cuda tê ragirtin. Li Wanê, di 4'ê Sibatê de bi ser buroya belavkariyê ya rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê de hatibû girtin û di vê serdegirtinê de 11 belavkar hatibûn binçavkirin. Li Muduriyeta Polîsan a Bajêr karên îfadedayîna belavkaran bi dawî bû. Piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan, ji belavkaran Delil Babat, Engin Direk, Resul Genç, Adnan Kulter, Aykut Kiliç, Emrullah Kapar û Goknur Demir serbest hatin berdan. Ferit Aktepe, Ramazan Çinar, Osman İnal û Hamdullah Kumli yên sewqî dozgeriyê hatin kirin, bi îdiaya "Endmatiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê ji dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji aliyê heyeta dadgehê ve Ferit Aktepe, Ramazan Çınar û Hamdullah Kumli bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan, lê Osman İnal di bin çavan de hat ragirtin. Hat diyarkirin ku İnal ji ber dosyeyek ku li Geverê der barê wî de hatiye vekirin tê ragirtin û dê sibê sewqî dozgeriyê bê kirin.