Ji dûr ve jî bibînim bêhna min fireh dibe 2017-02-08 09:29:35 ŞIRNEX - Welatiya Şirnexê Kadriye Sondak a tevî 4 zarokên xwe 11 mehin di kon û konteyniran de têkoşîna jiyanê dide got: "Ez ji dûr ve jî Şirnex dibînim bêhna min fireh dibe." Li bajarê Şirnex di salek dawî de herî zêde gotina, "Çi bikin em dev ji xaka xwe bernadin" hat gotin. Di qedexeya 246 rojan berdewam kirî de jî, piştî qedexe hatî rakirin jî gelê Şirnex çi di konan de be, çi li kavilên gundên xwe yên salên 90'î hatibûn valekirin be jiyana xwe li ser xaka xwe berdewam kirin. Yek ji deverên ku bi sedan welatiyên Şirnex ku xaniyên wan hatine hilweşandin lê bi cih bûne Mila Şantiyê ye. Bi dehan malbatên Şirnexî li vî gundî bi cih bûne û bi alîkariyan û derfetên xwe ji nû ve xanî ava kirine. Yek ji van jî kesan jî Kadriye Sondak a xwediya 4 zarokan e. Di qedexeyê de weke bi hezaran malbatan xaniyê malbata Sondak ya li taxa Bahçelîevler jî hatiye hilweşandin. 11 MEHAN DI KON DE JIYAN Kadriye Sondak, hevserê xwe û 4 zarokên xwe piştî ku 14 adara 2016'an li bajêr qedexe hat îlankirin li Mila Şantiyê bi cih bûye û 11 mehan di kon û konteyniran de bi derfetên xwe vedaye jiyana xwe berdewam kiriye. Piştî 11 mehan malbata Sondak cardin li Mila Şantiyê di konteynirek 2 ode de bi cih bûne. "3 mehan em bê av û ceryan di kon de man. Me ava xwe ji derdorê bi bîdonan dianî. Bi rastî jiyana me ya van 11 mehan gelekî zor û zehmet derbas bû." Sondak bi van gotinan zor û zehmetiyên ku 11 mehan jiyan e û hêj jî dijî tîne ziman. ME DIGOT QEDEXE WÊ ROJAN BIDOME Dema malbata Sondak ji ber qedexeyê koçber dibe hesaba qedexeyek 20 rojan dike û ji bilî cil û bergên xwe tiştek jî ji mala xwe derxane. Kadriye Sondak diyar kir ku dema operasyonên li nav bajêr di 3'ê hezîranê de bi dawî bûn wê demê ew çûne mala xwe û ji xwe re hin amûr ji malê derxistine. Her çiqas xaniyê malbata Sondak di dema şer heyî de nehatibe xerabkirin jî piştî operasyon bi dawî bûye ji binî ve hatiye hilweşandin û hemû amûrên di malê de jî ji aliyê kesên îhaleya hilweşandinê girtine hatine desteserkirin. QEYÛM HAT ALÎKARÎ RAWESTIYA Piştî koçberiya bi zorî weke gelek malbatan ji aliyê aboriyê ve malbata Sondak jî ketiye nava zehmetiyê. "Hevserê min niha di dema qedexeyê de bi mehan bê kar ma. Ev çend meh e dest bi kar kiriye. Beriya ku qeyûm were ser Şaredariya Şirnex alîkarî ji me re dihat. Lê piştî qeyûm hat êdî alîkarî jî nayê." Ev gotinên Sondak yek ji sedemên desteserkirina şaredariyan radixe ber çavan. JI ROJA ME XWE NAS KIRÎ HEYA NIHA EM LI SER VÊ AXÊ NE Kadriye Sondak bi gotinên, "Li ser hemû zordariyan me axa xwe neterikand û em tu caran jî naterikînin. Ji roja me xwe nas kirî heya niha em li ser vê axê dijîn û çi dibe bila bibe, çiqas zor û zehmet be jî em ê li ser axa xwe bijîn" girêdana bi xaka xwe re tîne ziman. ŞIRNEX LI PÊŞBERÎ ME YE EV JÎ BES E "Dema ez Şirnex ji dûr ve dibînim bêhna min fireh dibe. Em ne li wir bijîn jî, ji vê derê em bajêr dibînin û sebra me bi vê yekê tê. Niha Şirnex li pêşberî me ye û ev yek jî ji min re bes e" Sondak herî dawî bi van gotinan diyar kir ku ka ew çiqas bi Şirnex ve girêdayî ne û Şirnex ji bo wan tê çi wateyê. Nedîm Orûç/Dîcle Muftuoglu - Dîhaber