Serdozger: Liser îxbarê Turk hat binçavkirin 2016-11-21 19:42:52 MÊRDÎN - Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê diyar kir ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredarê Artukluyê Emin Irmak jî di navde 22 kesên hatin binçavkirin li ser îxbarê hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin bi îdîaya “Emdamtiya rêxistinê" tên tawanbarkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredarê Artukluyê Emîn Irmak jî di navde 22 kes di saetên serê sibê de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin TEM'ê ya Mêrdînê. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ku rojên borî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywir hat girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin piştî hat binçavkirin birin Midûriyeta polîsan a Mêrdînê. Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê têkildarî binçavkirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredarê Artukluyê Emin Irmak jî di navde 22 kesên de daxuyanî da. Serdozger anî ziman ku kesên hatin binçavkirin li ser îxbarê hatine binçavkirin û bi îdîaya “Emdamtiya rêxistinê" tên tawanbarkirin. Kesên li Mêrdîn hatin binçavkirin wiha ne: Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Artukluyê Emin Irmak, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Baran Îlhan, Serokê Daîreya Tenduristiyê Huseyin Falay, Serokê Daîreya Çavkaniyên Mirovan Yunus Ozturk, Serokê Xizmetên Civakî Doğan Angay, Endamên Meclisa şaredariyê Mehmet Ali Amak, Xebatkarên Şaredariyê Şeyhmus Şimdi û Sultan Bingol, Cîgirên Hevşaredarên Artukluyê Îsmet Birtek û Mehmet Yildirim, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiquqnasên Mezopotamya (MHD) ya Mêrdînê Seher Acar û Endamên MHD'ê Mahmut Bingol, Feyzi Atsiz û Ziya Bagî.