Parêzerê Ocalan: Astengiya 2 Hezar û 21 rojan bi hiqûqê nayê îzahkirin 2017-02-08 12:30:55 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi hincetên cur bi cur nikarin bi muvekkilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin. Prz. Emran Emekçî diyar kir ku 2 hezar û 21 rojên astengiya li pêş hevdîtina bi Ocalan re li dijî hiqûqê ye û bi hiqûqê nayê îzahkirin û wiha got: “Ger ku hûn demokrasiyê diparêzin wê demê deriyê Îmraliyê vekin. Ji ber ku parazvanê herî mezin ê demokrasiyê li Îmraliyê ye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilnd a Yek Kesî 18 salin bi tena serê xwe tê girtin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikare bi parêzeren xwe re hevditin bike. Parêzerê Ocalan Emran Emekçî anî ziman ku muwekilê wî 18 salin girtî ye û wiha got: "Ocalan vê pêvojoyê dişibîne nûjenkirina sala 1925’an. Serdema 1925'an di şexsê Ocalan de nûjen dibe. Emekçî, anî ziman ku bi xwestina darvekirina Ocalan xwestin şerê di navbera kurd û tirkan de mezin bikin û wiha got: "Ocalan got 'Herkes li bendê bû ku min bi darve bikin. Lê min bi polîtîkayê çareseriya demokratik û aştiyê helwesta xwe danî holê. Rewşa Îmraliyê ev e. Pûçkirina komploya navneteweyî bi pêşxistina aştiya di navbera gelê kurd û tirk de pêkan e. Îmralî dê bibe greva Aştiyê'. Ocalan bi vê gotinê helwesta xwe ya Îmraliyê aşkere kir. Ocalan bi salan e li Îmraliyê têkoşîna aştiyê dide." ‘DERXISTINA JI SÛRIYÊ DESTPÊKA 3'EMÎN ŞERÊ CÎHANÊ YE' Emekçî, bal kişand ser polîtikayên DYA yên li Rojhilata Navîn û wiha berdewam kir: "Mantika komployê wiha ye: DYA hemû kesên ku neketin xismeta wê û li gorî wê tev negeriyan, çi dewlet, çi pergal û çi hêz tasfiyeya wan xist rojeva xwe. Birêz Ocalan kurdan temsil dikir. Xwediyê xeta serxwebûn û azadapîrêziyê bû. Ji bo ku li hemberî vê daxwazê tawîz neda û serî nedanî der barê Ocalan de biryara tasfiyeyê dan. Komployê jî bi 9'ê Cotmehê ji derxistina Sûriyeyê dest pê kir. Birêz Ocalan ev pêvajo wekî destpêka 3'emîn şerê Cîhanê bi nav kir. Derxistina Birêz Ocalan a ji Sûriyeyê destpêka 3'elîn Şerê Cîhanê ye. Pêvajoya ku li Iraqê dest pê kir û berdewam dike ye... Rewşa Sûriye bû fitîla destpêkê. Ger ku birêz Ocalan ji Sûriyeyê nehata derxistin dê nekaribûna bingeha Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bavêjin. Xeta Rojhilata Navîn a Demokratik ku di lehê gelan de bû ji bo projeya DYA asteng bû. Ji ber vê yekê biryara tasfiyekirinê dan û Ocalan ji Sûriye derxistin." ‘LI ÎMRALIYÊ ŞERÊ DI NAVA ÇARESERÎ Û PIRSGIRÊKÊ HEYE' Emekçî, da zanîn ku Ocalan got 'Ez wekî kesê lîstika wan xera dikim û listika Rojhilata Navîn xera dikim' tê zanîn wiha got: “Birêz Ocalan li Îmraliyê jî ev helwest û sekna xwe ya çareseriyê berdewam kir. Li Îmraliyê xeta polîtikayên aştî û çareseriya demokratik pêş xist. Lê Tirkiye di vê mijarê de hêj biryara xwe nedaye. Ger ku Tirkiye di vê xetê de biryar bide dê Tirkiyeya demokratîk, Sûriye û Iraqa demokratîk dê pêş bikeve. Ev helwest polîtîkayên DYA yên li Rojhilata Navîn pûç dike. Hewldana van hêzan dixwazin pêvajoya çareseriya aştî û demokratik asteng bike. Ger ku DYA û YE'ê projeya Birêz Ocalana çareseriya aştî û demokratîk qebûl kiribûya hê Ocalan li Roma bû dê ev pêvajo çareser bûbûya. Ev hêz çareseriya pirsgirêka kurd a bi riya demokrasiyê û aştiyê naxwazin. Ji ber ku bi salan in bi salan in dixwazin kurdan wekî leşkerê xwe bikar bînin. Birêz Ocalan kurdê wekî leşker kir aktora sereke. Hemû listikên li ser kurdan xera kir. Kir aktorêsereke. Birêz Ocalan di şertê tecrîda mutlak de disa ji bo çareserî û aştiya demokratîk têkoşiya. Hêj vê hewldana xwe berdewam dike." 'PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ BI HIQÛQ Û ZAGONAN NAYÊ ÎZAHKIRIN' Emekçî destnîşan kir ku pêvajoya Îmraliyê bi hûqûq û zagonan hayê îzahkirin û wiha berdewam kir: "Hiqûqa navxweyî li diwar ket. DMME'ê komplo nedît. Xwest ser dosyayê bincil bike. Ev komplo di heman demê de li hemberî qiqûqê bû. Rewşa Îmraliyê bi hiqûq û zagonan nayê îzahkirin. 5 salin parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Di salên dawî de tecrîdek mutlak heye. Tecrîda mutlak ewe ku bi tevahî têkiliya wî ji cîhana derve hatiye qutkirin. Ev di tu zagon, qanûn û hiqûqa navneteweyî û neteweyî de tune ye. Birêz Ocalan têkildarî vê mijarê wiha gotibû: 'Statuya Îmraliyê proto Guantanamao ye. Ji ber ku Guantanamao li ser bingeha revandina korsanwarî hatiye avakirin. Zagonên DYA'yê li wir derbas nabin. Li grovekê ku ne hiqûq û ne jî zagon heye." Tişta ku em dibêjin Guantanamao û Îmrali dibin hev. Dixwazin birêz Ocalan ji xeta azadîparêz qut bike. Ocalan rewşa xwe bi gotina "Ez li vir dîlekî siyasî me. Ez bi cîhaza bêhnê ve giredayi me. Lê ez di van şertan de xeta xwe diparêzim. Ez li vir her dem ji bo xeta çareseriya demokratîk û aştiyê amade me. Kengî hatiye asta ku gav bê avêtin hikûmetê asteng kiriye." Emekçi, da zanîn ku li ser pirsgirêka kurd ranta siyasi ya navneteweyî heye û wiha lê zêde kir: "Li Tirkiye pirsgirêka rêberê ku pirsgirêkê çareser bike heye. Ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha em nikarin bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Ev rewş ne bi hiqûqê û ne jî bi zagnan tê îzahkirin. 'NE HIQÛQ POLÎTÎKAYAN PÊVAJO DIYAR KIR' Emekçî bal kişand li ser biryara 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ya di 20'ê tîrmeha 2016'an û wiha axivî: "Bi vî biryarê ve pêkanînên heyî hatin mayîndekirin. Di esasî xwe di bi hiqûqê îzaha vê yekê tuneye. Hevdîtinên malbat û parêzeran tu caran nikare bê qedexekirin. Rewş û statuya Birêz Ocalan bi çareseriyê re bû ye yek. Bi salan ne ne hiqûq polîtîkayan pêvajo diyar kir. Di hevdîtinan de ji bo sistkirina tecrîdê yan jî girankirinê jî dîsa polîtîkayê diyar kir. Bi salan e hewldan a birêz Ocalan a bêyî texrîbatek bê çêkirin kes êşê nekişîne çareserkirina pirsgirêkê bû. Ji bo vê yekê jî hê berxwedan û hewldana xwe didomîne." 'PARAZVANÊ HERÎ MEZIN Ê DEMOKRASIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE' Emekçî destnîşan kir ku li Îmraliyê bi salan e pêkanînîn heyî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê li girtîgehên din ên Tirkiyeyê jî kete meriyetê û wiha got: "Bi salan e jixwe li Îmraliyê OHAL hebû. Bi biryara dadgeriyê ve nehiqûqiya heyî mayînde bû. Em bi ecebiyekî hiqûqî re rû bi rû ne. Tu îzaha vî bi hiqûqê nîne." Emekçi got ku di navbera rewşa Îmraliyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê de rasterast têkîliyek heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema ku çareserî nebe encam OHAL e. Heke Tirkiye biryara demokrasiyê bide divê deriyên Îmraliyê veke. Heke hûn demokrasiyê diparêzin deriyên Îmraliyê vekin ji ber ku parazvanê herî mezin ê demokrasiyê yi Îmraliyê ye." Yasîn Kobulan - dîhaber