Li El Babê di êrîşa DAÎŞ'ê de 2 leşker mirin 15 birîndar bûn 2017-02-08 13:48:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona Mertalên Firatê ya li Herêma El Babê didome. Leşkerên TSK'e yên tevî Artêşa Azad a Sûriyeyê li El Babê şer dikin rastî êrîşa DAÎŞ'ê hat. Di êrîşê de 2 leşker mirin û 15 leşker birîndar bûn. TSK, operasyona Mertalên Firatê ya li Herêma El Babê di roja 169'an de didome. Leşkerên TSK'e yên tevî Artêşa Azad a Sûriyeyê li El Babê şer dikin rastî êrîşa DAÎŞ'ê hat. Di êrîşê de 2 leşker mirin û 15 leşker birîndar bûn. Leşkerên birindar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Kîlisê. Di operasyona Mertalên Firatê de heta niha 56 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.