Tenikeci kêliya polîs çek lê kişand vegot 2017-02-08 16:48:46 STENBOL - Endama "Hevparên Na' a ku dema belavokên "Na" belav dikir û polîsan bi lêdanê ew binçavkir, Gozde Tenîkecî, kêliya erîşa polîsan a ku çek lê kijandin vegot. Tenîkecî, anî ziman ku ji dema binçavkirinê heta berdanê rastî tundiya polîsan hat. Di 4'ê Sibatê de dema Endama "Hevparên Na" Gozde Tenikeçî, li Kolana Bahariye ya Kadikoya Stenbolê belavok a "Na" belav dikir rastî êrîşa polîsan hatibû. Polîsan êrîşî stantê kirin û çek xist serê Gozde Tenikecî û ew bi lêdanê binçavkirin. Tenikecî, kêliya ku polîsan çek xist serê wê û ew binçavkirin vegot. Tenîkeçî ku cara duyemîn bi 2 kesên din re hat binçavkirin rastî lêdanê û tundiya polîsan hatibû. Tenikeci, piştî lêpirsîna li Qereqola polîsan hat berdan. Endama Partiya Kedê (EMEP) Elif Baydur û Endama MYK'ê ya Partiya Roreşger Gozde Tenikeci serpêhatiyên xwe ji dîhaberê re gotin. Tenîkecî diyar kir ku polisan ji wan re gotiye "Di serdema OHAL'ê de hûn nikarin belavokan belav bikin û belavkirina belavokan qedexe ye. Ger hûn belav bikin em dê mudaxale bikin" û ew hişyar kirine û wiha got: "Me ji polîsan re got di pêvajoya referandumê de tiştekî wisa qedexe nabe. Me got ger ku fikra "Erê" ya "Na" tune be tu wateya referandumê tune ye. Piştî polîs hatin eleqeya gel zêdetir bû. Piştî gel kom bû alîkariya hêzên çevîk kirin. Wê demê hewl dan xebata me asteng bikin. Piştî girse zêde bû ez birim Maxaza Koton û ez darp kirim. " BI MUDAXALEYA JINAN TUNDIYA ZAYENTÎ XELAS BU' Tenîkecî destnîşan kir ku rastî tundiya zayendî jî hat û wiha got: "Polîsan bi inîşkên xwe sînga min eçiqandin. Bi destan tundî pêk anîn. Dema min bertek nîşan da polîsekî din bi bêtêlê li ser û çavê min xist. Pişti jinên li maxazayê dixebitîn mudaxale kirin polîsan dest ji tundiya zayendî berdan. Piştî ez binçavkirin tuniya derûnî jî di maşîna zirxî de jî berdewam kir. Ez li qereqolê di saetên sibê de regl bûm. Min bi dehan caran petên jinan xwest lê nedan min. Di kontrola doktor de jî polîsan gefa "Ger ku tu tedawîyê red neke emê dîsa te binçav bikin" li min xwar. Piştî polîs fêr bûn ku di her qada jiyanê de rola jinan zêde ye tundiya xwe ya li ser jinan jî zêde kirin. Nikarin me ji daxwaza me ya "Na" paşve bikişînin. Em dê teqez bi ser bikevin." DEMA MIN AGAHÎ BELAV KIR EZ HATIM BINÇAVKIRIN Elif Baydur jî anî ziman ku dema polîsan mudaxaleyî wan kir û wê li ser medya civakî tora Facebookê bi awayekî zindî bûyer qeyd kir û belav kir ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wiha got: "Polîsên ez binçavkirim pêhn li zikê min xistin. Amîreki polîsan telefon ji destê min girt û avêt. Got vêya jî binçav bikin. 5-6 polîsan ez bi erdê re kaş kirim. Polisekî bi porê min girt û kaş kir. Çend destan jî kulm li zikê min xistin. Min kaş kirin û li maşînê suyar kirin. Hemu video û wêneyê min jê birin. Hemû peyam û rehbera nûmareyên min kontrol kirin. Dema em birin qereqolê jî ez û Tenîkeçî bi hev kepçe kirin. Li her derê zextên derûnî li ser me meşandin. Lê êdî dizanin ku jinek êtî tu carî li dijî tundiya wan serî danîne. Dizanin ku êdî bi tundiyê nikarin wan ji doza wan vegerînin. Ew çi bikin ez ji doza xwe û têkoşîna xwe gavan paşve navêjim. Ew her ku êrîş bikin dê bêtir têkoşîna me xurttir bikin.