Welatiyên Aydinê: Em ê ji çi re bibêjin 'Erê'? 2017-02-09 09:05:20 AYDIN - Li Aydin a ku keleha demokratên civakî ye, gelek kes hay ji naveroka guherandina Qanûna Bingehîn a dê berpêşî referandûmê bê kirin tune ne. Welatiyên ku pirsîn ew ê ji çi re bibêjin "Erê", li dijî pergala "yekzilamî" ne. Welatiyên Aydinê diyar kirin ku ew hayê wan ji naveroka guherandina Qanûna Bingehîn tune ye û gotin, ew li dijî pergala "yekzilamî" ne. Li bajarê ku xwedî nasnameyeke demokratiya civakiyî ye, hejmara kesên dibêjin "Na" zêde ye. ‘NIZANIM EZ Ê DENGDANA ÇI BIKIM' Hin hilbijêrên ku wek bêbiryar tên tabîrkirin jî, dest nîşan dikin ku nizanin ew ê dengdana çi bikin û di vî warî de ne xwedî agahî ne. Emekdarê karkeriyê Fehmi Ozen, anî ziman ku der barê guherandina Qanûna Bingehîn de tu agahiyên wî tune ne. Ozen, got hikûmet li gor serê xwe tiştan dike û bi bîr xist ku, dema canê wan dixwaze li Meclîsê qanûnan derdixin. Ozen, diyar kir ku der barê guherandina Qanûna Bingehîn de gel bi tu awayî nehatiye agahdarkirin û wiha axivî: "Li vir tu mafê me yê gotinê tune ye." ‘HEKE LI PÊBERÎ MIN ALTERNATÎFEKE DIN HEBE EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM WÊ' Emekdar Durmuş Ali Adimak jî dest nîşan kir ku, der barê guherandina Qanûna Bingehîn de tu agahiyên wî tune ne û got, wek her hilbijartinê ew ê biçe ser sindoqê, lê belê ew nizanin dê çi biguhere. Adimak wiha axivî: "Dengê em ê bidin, gelo dê li welat ji bo pirgirêkan bibe çareserî yan na, an jê dê xerabtir bibe yan na, nizanim lê heke li pêşberî min alternatîfeke din hebe ez ê dengê xwe bidim wê." ‘HÊVIYA MIN TUNE YE' Cotkar Mehmet Sivri jî anî ziman ku, der barê welat de tu hêviya wî nemaye û dest nîşan kir ku, der barê guherandina Qanûna Bingehîn de ne xwedî tu agahiyî ye jî. Karkerê înşeatê Sadik Bayram jî anî ziman ku, ji ber aboriya welat a her diçe xerabtir dibe karê wan baş nameşe û got, der barê guherandina Qanûna Bingehîn de ne xwedî agahî ye. Bayram, anî ziman ku ew mehê hezar û 300 lîre meaş werdigire û wiha balê kişand ser şert û mercên zehmetiyên jiyanê: "Heke hûn bipirsin tu çawa debara xwe dikî, bi rastî dê bersiveke min tune be. Ji ber vê ez di ber karê xwe re ji neçarî karekî din jî dikim." Erdogan Alayumat / Sakip Yaşar- dîhaber