Li Artemêtanê qeyûm esnafan mexdûr dike! 2017-02-09 09:07:44 WAN - Qeyûmê tayînî Şaredariya Artemêtanê hat kirin, ji 35 esnafên ku di çarçoveya pêşnûmaya "Kordona peravê" de li peravên golê ne teblîxat şand û ji wan xwest heta 15 rojan kargehên xwe vala bikin. Qaymeqamê Navçeyê Atif Çiçekli yê wek qeyûm tayînî Şaredariya Artemêtana Wanê hat kirin, biryara rûxandina 35 kargehên di çarçoveya pêşnûmaya "Kordona peravê" de li peravê golê ne da û teblixat ji esnafan re şand, da di nava 15 rojan de kargehên xwe vala bikin. Lê li şerîda heman peravê aîdî saziyên wek Muduriyeta Polîsan, Cendirme, Rêbejahiyî, DSÎ, Maliye, Sporên Avê gelek kampên taybet û hin otel hene. Esnafan biçûk li dijî vê nêzîkatiya qeyûmê ku dest neda van kargehên mezin bertek nîşan dan û gotin, ev "pêşnûmayeke" dustandardî ye. ‘TENÊ DÊ KARGEHÊN REBENAN BIRÛXÎNIN' Ji esnafan Veysi Urut yê li dijî vê rewşê bertek nîşan da wiha got: "Dê tenê kargehên reben, xizanan birûxînin. Dê dest nedin yên dewlemendan. Li vir 25 kes dixebitin. Di rewşeke wisa de em ê zaf mexdûr bibin. Çima dest nadin yên dewlemendan. Ji xwe li vir betalî zêde ye, kar tune ye, heke kargehên me birûxînin dê bi sedan kes betal bimîne Bi sedan kesên li van deran dixebitin nan dibin malên xwe. Divê demildest ev bê sekinandin." ‘MADEM WISA YE…’ Ji esnafan Abdullah Çagatay, anî ziman ku li 35 kargehên dixwazin birûxînin bi sedan mirov dixebitin û got, dustandardiya tê sepandin bi her awayî derhuqûqî ye. Çagatay, dest nîşan kir li seranserê peravê gelek avahî û kargehên mezin ên aîdî saziyên cemaweriyê hene û ev di çarçoveya pêşnûmayê de tên muafkirin û wiha bertek nîşan da: "Mînak, Qonaxa Walîtiyê, walî beg ya mehê carekê tê ya nayê nediyar e. Kampa rêbejahiyê, qereqola polîsan, kampa DSÎ'yê ev hemû emsal in. Madem dê pêşnûmayek bê sepandin, ewçax bila hemûyan paqij bikin, em ê esnafên li vir jî destê xwe têxin bin kevir. Çi ji destê me bê em ê bikin. Gelek kargeh jî ji ber "nirxa wan a markeyî" heye dest andin wan. Heke wan derfetan bidin me, em ê jî bikaribin heman tiştî bikin. Ji bo rakirina îskeleya vir tenê 20 roj divê. Madem em li aliyê huqûq û edaletê ne, heke pêşnûmayek hebe bila ji bo her kesî wekhev be. Sibê dusibe piştî vê pêşnûmayê kesekî stuyê wî qalind bê û wek rantê pêşkeşî wan bê kirin, ez vê qebûl nakim." ‘DÊ PÊŞNÛMA ME MEXDÛR BIKE' Vezir Yildirim ê di çarçoveya pêşnûmayê de dê kargeha wî jî bê rûxandin wiha axivî: "Dixwazin hemû dezgehên li peravê bigirin. Ev ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Yanî li vi bi sedan kes nan dibin malên xwe. Ev der ji bo me qada îstihdamê ye. Li vir DSÎ, Qonaxa Walîtiyê, fabrîqeya çîmentoyê û qereqola polîsan heye, lê tiştekî ji vana nakin. Tenê dê kargehên me rakin. Ji xwe betalî zêde ye, dê ev pêşnûma me mexdûr bike."