Qeyûm tayînî Şaredariya Dîgorê kirin 2017-02-09 10:21:43 QERS - Li navçeya Dîgorê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, polisan serê sibê bi ser avahiya Şaredariyê de girt û lêgerîn kirin. Piştre bi telefonê li Hevşaredarê Dîgorê Reîz Baykiz geriyan û diyar kirin ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin. Qeymeqayê Dîgorê Mustafa Gungor wekî qeyûm tayînî şaredariya Dîgorê ya DBP'î hat kirin. Piştî qeyûm hat dayînkirin polîsan serê sibê bi ser avahiya şaredariyê de girt û li avahiyê lêgerîn kirin. Piştî qeqûm hat tayînkirin, bi telefonê li Hevşaredarê DBP'î yê Dîgorê Reiz Baykiz geriyan û bi telefonê diyar kirin ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin.