Dema bersûcên DAÎŞ'ê ketin salona doza Enqereyê rageşî zêde bû 2017-02-09 11:54:53 ENQERE - Rûniştina doza komkujiya Enqereyê berdewam dike. Dema bersûcên DAÎŞ'ê ketin salonê malbatên mexdûran bertek nîşan dan. Ji ber bertekan malbatên failan ji salonê derxistin. 2'emîn rûniştina doza 10'ê Cotmehê ya komkujiya Enqereyê di roja 4’an de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam kir. Piştî xizm û malbatên endamên DAÎŞ'ê ketin salona dozê, malbatên mexdûr bertek nîşan dan û rageşî zêde bû. Piştî rageşî zêde bû malbatê gilî kirine, parêzer û xizmên faîlan ji salonê derxistin. Polîsan bi hinceta "ewlehiyê" ji malbatên ku glî kirine zor û zahmetî derxist û destûr da ku malbatên DAÎŞ'ê têkevin salonê. Malbatên DAÎŞ’ê li salonê ketin nava malbatên mexdûr û rageşî zêde bû. Piştî ev yek hat ferqkirin rageşî zêde bû. Malbatên mexdur xwest karta her kesên ku têkevin salonê hebe û xwest ji bo vê yekê baldar tev bigerin.