Mamosteya Îngîlîzî dê bibe cotkar 2017-02-09 12:38:27 AMED - Mamosteya dersa îngîlîzî Fadime Gulçîçek Tusar ku bi biryara KHK'ê ya dawî hat îxrackirin vegeriya Dersimê û diyar kir ku dê dîsa çotkariyê bike. 2 xwişkên din ên Tusar jî hatibûn îxrackirin. Di çarçoveya OHAL'ê de bi hêjmara 686'an KHK'a 4'emîn hat îlankirin. Bi biryara KHK'a dawî akademîsyen, mamoste, bijîşk jî di navde 4464 karmendên din ji pevwirê hatin îxrackirin. Piştî biryara KHK'ê di Rojnameya Fermî de hant weşandin ji 4464 kesan 40 kes endamên Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê ne. Di nava endamên Egîtim Sendê de mamosteyên 43 salin karê perwerdehiyê didin hene. Yek ji wan kesên hatin îxrackirin Mamosteya Îngîlîzî ku 8 salin mamosteya Îngîlîzî dike Sekretera Perwerdehiyê ya Şaxa Egîtîm Sena Amedê Fadime Gulçiçek Tusar e. Beriya Fatîme Tusar, xwişkên wê Fatma Gulçiçek Ari û Adile Gulçiçek jî hatibûn îxrackirin. Du xwişkên wê hatibûn girtin û girtî hatibûn darizandin. Tusar, diyar kir ku ew bawer nake tiştekî şaş û karekî li dijî zagonan kiribe û wiha got: "Ez kesek elewî me. Dibe ku hem ji ber ku ez elewî me û hem jî di sendîkayê de sekretera perwerdehiyê ya sendikayê me. Li dijî me îktîdara ku sînorê hiqûqê nas nake heye. Îxracan berdewam dike. Ev ixrac ne hiqûqî ye û ne jî wîcdanî ye. Em ji kar dûr xistin û 3 mehan dan rawestandin. Niha jî em îxrac kirin. Wekî pisîk bi mişk bilîze." 'EMÊ TÊKOŞÎNA HİQÛQÎ BIDOMÎNIN' Tusar, anî ziman ku li ser îxbarê bê bingeh ji kar hatin dûrxistin û piştre hatin îxrackirin û wiha got: "Em dê lêgerîn û têkoşîna di riya hiqûqê de bidomînin. Bi hezaran mamoste hatin îxrackirin. Ev bê wate ye. Serlêdana hiqûqî niha encam nageri û bawiya li hemberi hiqûqê lawaz dibe. Lê em dê dîsa lêgerîna hiqûqê bidomînin. MEZÛNÊN LI SER KAQIZÊ ZÊDE DIBE Tusar, anî ziman ku ji ber îxracan dibistanên bê mamoste zêde bûn û ji ber vê yekê li şûna mamosteyên hatin îxrackirin mamosteyên ku li ser kaxizê wekî mezûn bûne didin nîşan û dikin mamoste û wiha got: "Mamosteyên li ser kaxizê mezun bûne bi pêşeroja xwendekarên kurd dilîzin. Vê yekê bi zanebûn diki û dixwazin perwerdehiyek xerab bidin xwendekarên kurd. Tirkiye girîngiyê nade perwerdehiyê. Mamosteyên kurd perwerdehiyek baş dide xwendekarên kurd. Lê ji bo ku naxwazin zarokên kurd perwerdehiyek baş bibînin mamosteyên kurd û elewî îxrac dikin. Ji Lîseya me 80 xwendekaran Fakulteya Tipê Qezenc kirin. Lê ew vê yekê naxwazin. Vê yekê bi zanebûn dikin." ‘EZ DÊ LI DERSIMÊ ÇOTKARIYÊ BIKIM Tusar, herî dawî diyar kir ku ew dê dîsa biçe ser axa xwe karê çandinî û çotkariyê bike û wiha got: "Ez dê dîsa li jiyana xwe ya xwezayî vegerim. Ez de dîsa li rojên zarokantiya xwe vegerim. Di rastiyê de rojê min ê herî xweş, rojên ku min li gund sewalkarî dikir bûn. Li gund derdê mirovan ê pereyan tune. Dertê krîn û firotinê tune. Her tiştê xwe me bi xwe diafirand û hemû hilberîn me bi xwe dikir. Ez bawer dikim ku em bibin yek em dê rojên xweştir ava bikin.