Der barê 4 parlamenterên HDP'ê de fezleke hat amadekirin 2017-02-09 13:46:24 WAN - Ji bo destnedayîn parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Nadîr Yildirim, Tuba Hezer Ozturk û Bedîa Ozgokçe Ertan bên rakirin fezleke hatin amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê, ji bo destnedayîn parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Nadîr Yildirim, Tuba Hezer Ozturk û Bedîa Ozgokçe Ertan bên rakirin fezleke amade kir. Fezlekeyên ku bi hinceta tevlî merasîma cenazeyên PKK’iyan bûne û tevlî meşên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûne têde têxwestin ku destnedayîna parlamenteran bê rakirin, ji bo pêşkêşî serokatiya TBMM’ê bê kirin ji Wezareta Dadê re hatin şandin. Di fezlekeyan de hat diyarkirin ku ji ber Botan, Yildirim, Hezer û Ozgokçe hêjî parlamenterin, li gorî madeya 83’yemîn a qanûna bingehîn xwedî destnedayînanin, ji ber sûcdariyên derbarê wan de bên lêpirsînkiirn, şertê rakirina destnedayîna wan bi serokatiya TBMM’ê ve girêdayî ye, ji ber wê fezleke hatine rêkirin.