118 zarok hatin kuştin, 150 zarok hatin binçavkirin 2017-02-09 14:35:05 AMED - ÎHD’ê rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafên zaroka yên 2016’an de aşkera kir. Li gorî raporê di sala 2016’an de 118 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 75 zarok birîndar bûne, 150 zarok hatine binçavkirin û 40 jî hatine girtin. Komîsyona Mafê Zaroka ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora xwe ya “Rapora derbarê binpêkirina mafên zarokan ên sala 2016’an ê li Rojava û başûrêrojavayê herêma Anatolyayê” aşkera kir. Endamê Komîsyona Mafê Zarokan parêzer Ercan Yilmaz û rêvebirên ÎHD’ê tevlî civîna li avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin bûn. Beriya daxuyaniyê parêzer Ercan Yilmaz axivî û wiha got: “Herî zêde zarok ji şer û pevçûnê ku li herêmê didomin bandor dibin. Di van pêvajoyan de zarok nikarin zimanê dayîka xwe bikar bînin, di pêvajoyên fêmkirina jiyanê û watedayîna jiyanê de li şûna alîkariya wan bêkirin tên astngkirin. Di vê pêvajoyê de zarok bûne hedefa hêzên ewlehiyê. Zarok hedef hatin nîşandan û hatin kuştin, girtin û ji azadiyan bêpar hatin hiştin. Li cihên lêtên girtin rastî şîdet û îşkenceyê hatine. Gelek zarokên ku mafê xwe yê azadî û xwebirêxistinkirinê bikaranîn rastî şîdeta polîsan hatin û jiyana xwe ji dest dan.” DI ÊRÎŞÊN BOMBEYÎ DE 41 ZAROK HATIN KUŞTIN Li gorî “Rapora Binpêkirinên Mafan ên Zarokan a 2016’an” a ÎHD’ê, ji ber bêîhlaliya rayeya çekê û hişyariya “raweste” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve 5 zarok hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn, di demên pevçûnên herêmê de 22 zarokan jiyana xwe ji dest da, 12 birîndarbûn an jî bi tehrîbata fîzîkî mecbûr man jiyana xwe bidomînin. Di êrîşên bombeyî yên li welat pêkhatin de 41 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndar bûn. 150 ZAROK HATIN BINÇAVKIRIN Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku di encama serdegirtina malan û bûyerên civakî de 150 zarok hatine binçavkirin û ev tişt hatin gotin: “Ji vana 4o zarok hatin girtin. Di dema li herêmê ‘qedexeya derketina derve” hat îlankirin de zarok rastî îşkence û pêkanînên xirap hatine. 6 zarok di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine û 6 zarok jî ji cihên binçavkirinên yên cuda û kolanan rastî şîdetê hatine. Li girtîgehan jî zarok rastî binpêkirinên mafan, îşkence, pirsgirêkên tendirûstiyê hatine. Ji be binpêkirinên mafan li girtîgehan 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Di nava salê de 10 zarokên rastî şîdeta nava malê hatine jiyana xwe ji dest dane, 2 birîndarbûne û 114 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine. Sala 2016’an di encama binpêkirinên mafan ên li dijî zarokan de 118 zarokan jiyana xwe ji dest da, 75 zarok jî birîndar bûn. Di dema ‘qedexeya derketina derve’ û serdegirtina malan de 150 zarok hatin binçavkirin, ji vana 40 hatin girtin û xistin girtîgehê. Di nava salê de 114 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.”