Dîrektorê CIA’yê Pompeo li Enqereyê ye 2017-02-09 14:54:08 ENQERE - Serokê CIA’yê Mike Pompeo hat Enqereyê. Tê payîn ku Pompeo di saetên êvarî de bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtin pêk bîne. Serokê Rêxistina Îstixbarata Navendî yê DYE’yê (CIA) Mike Pempeo ku bi rêberiya Trump dest bi peywirê kir, hat Tirkiyeyê. Ziyareta Enqereyê yekemîn ziyareta derve ya Pompeo ye. Pompeo li Balefirgeha Esanboga ji aliyê Peywirdarên Balyozxaneya DYE’yê û rayedarên Tirk ve hat pêşwazîkirin. Dê di saetên êvarî de jî bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtinê pêk bîne. Di bingeha navenda hevdîtinan de Sûriye heye.