Mele Kasim Yigit hat berdan 2017-02-09 16:37:42 MÊRDÎN - Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Cizîrê ku bi biryara KHK'e hatibû girtin Mele Kasim Yigit hat berdan. Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Cizîrê ku bi biryara KHK'e hatibû girtin Mele Kasim Yigit ku di 22'ê Nîsana 2016'an de hat girtin, hat berdan. Yigit ku derket peşberî Dadgeha Cezayên Giran a Midyatê hat berdan. Yigit, li navçeya Hezexê dema ji bo kesên li Hezexê jiyana xwe ji dest dabûn mewlûd dabû, polîsan bi ser mewdûdê de girtibû û ew binçav kiribûn. Piştre Yigît hatibû girtin.