Dayika Mehmet Tunç: Te soza xwe bi cih anî, serî netewand 2017-02-09 17:45:47 ŞIRNEX - Malbata Mehmet Tûnç û kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, zarokên xwe li ser gorên wan bi bîr anîn. Dayîka Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç kêlikên gorên her du kurên xwe ramûsand û wiha got: "Mehmedê min, te digot 'ez serî natewînim' û te soza xwe bi cih anî." Malbata Mehmet û Orhan Tûnç û kesên di bodrûmên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li ser gorên zarokên xwe ew bi bîr anîn. Malbata Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç çûn ser gorên zarokên xwe yên li Goristana Şêx Baqî ya li Şirnexê. 'TE SOZA XWE BI CIH ANÎ' Dema dayika Mehmet û Orhan Tûnç, hat ser gorên zarokên xwe destpêkê kêlikên gorên her du zarokên xwe ramûsandin. Dayika Esmer pişt re, tayekî kesk û zer û sor bi kêlikên zarokên xwe vekirin û li ser her du zarokên xwe zêmar lewband. Dayika Esmer wiha got: "Mehmedê min te digot, 'Ez serî natewînim û çong danînim' û te soza xwe bi cih anî. Te serî li ber wan netewand." DI ROJBÛNA XWE DE ÇÛ SER GORA BAVÊ XWE Kurê Orhan Tûnç, Bêkes îro ket yek saliya xwe. Roja ku bavê Bêkes jiyana xwe ji dest da, ew ji dayik bû û îro bi dayika xwe Guler Tûnç re li ser gora bavê xwe bû. Guler Tûnç axa li ser gora Orhan Tûnç, bi destê xwe serûber kir û Bêkesê biçûk jî her çiqas fam neke jî xwe diavêt ser gora bavê xwe. 'KA EM BAVÊ MIN JI NAV AXÊ DERXIN Û BIBIN' Keça Adil Kuçuk ê ku di bodrûma 2'yemîn de jiyana xwe ji dest dayî Nûda ya 3 salî jî dema bi dayika xwe re li ser gora bavê xwe rûniştibû û ji nişka ve wiha got: "Dayê ka em bavê min ji nav axê derxin û bibin." Ev gotinên Nûda ya biçûk bû sedema baranî rondikên hemû malbatên li ser goristanê. Malbat piştî xwendina dûa û mewlûdê ji ser goristanê veqetiyan.