Ji Malbatên Roboskî çalakiya bêdengiyê 2017-02-09 18:11:35 ŞIRNEX - Malbatên Roboskiyê di hefteya 267'emîn a komkujiyê de li dijî astengkirina leşkeran deqeyek çalakiya bê dengiyê pêk anîn û devê xwe bi paçê reş girtin. Malbatên Roboskiyê di hefteya 267'emîn a Komkujiya Roboskiyê de çûn ser goristanên xizmên xwe. Malbatan da astengkirina leşkeran a ji bo xwedina daxuyaniya hefteya 267'emîn şermezar bikin, bi paçên reş devê xwe girtin û deqeyekê çalakiya bêdengiyê li dar xistin. Piştî çalakiyê ji Malbatên Roboskî Kadriye Encu bertek nîşanî astengkirina leşkeran a daxuyaniya malbatan da û got: "Me çi kiriye bi me ve giro dibin. Bila biçin kujerên zarokên me bibînin."