Li Bazara Otûrakçiyê kar kesad e! 2017-02-10 09:04:36 SEMSÛR - Yusuf Çelik ê li Bazara Otûrakçi ya dîrokî karê xaliyên kevnare dike got, li bazarê kar kesad e. Li Bazara Otûrakçi ya li navenda Semsûrê, esnafê 22 salan Yusuf Çelik ê 63 salî, xaliyên kevn ên ji gund tîne dineqişîne û wan vediguherîne heqîb, kespik, çente û balgiyan. Çelik, bi 22 sal berê hînî vî karî bûye û li gel temenê xwe yê zêde hîn jî karê xwe didomîne. PIRGIRÊKA DEBARÊ EW HÎNÎ VÎ PÎŞEYÎ KIR Çelik, got ew li gel veguherandin û nexşkirina xaliyên kevn, ew derdora balgiyên xalîçeyî jî didirû û dinexşîne û anî ziman ku, li gundan heman karî jin dikin, lê li çarşiyê ew tenê vî karî dike. Çelik ê got, "Vî karê xwe bi xwe hînî wê bûm, pirsgirêka debarê fêrî min kir" wiha domand: "Hemû karên min ên destan e. Pêşî ji xaliyên kevn cihên zêde neriziyane jê dikim. Paşê didirûm û dineqşînim. Di hinan de kulav bi kar tînim û yên bêyî kulav jî hene. Carinan jî di hinan de qarton û sînger bi kar tînim. Tiştên wek çente, balgî, kespik, hema çi ji destê min bê çêdikim." LI OTÛRAKÇIYÊ KAR NEBAŞ E Bavê 3 zarokan Çelik, diyar kir ku ew ji kargehên komirê teqawîd bûye û anî ziman ku, wî 22 sal berê ji bo zarokên xwe bide xwendin şûjin wergirtiye û bi texlîtkirina hin tiştan ew fêrî vî karî bûye. Çelik, gor lê belê her diçe qezenckirina pereyan zehmet dibe û anî ziman ku berên ew çêdike, li gor dîrok û keda dest buhayên wan di navbera 10 TL û 200 TL'yî de diguherin. Çelik, dest nîşan kir ku ji ber nebaşiya rewşa aboriya welat ew zêde nikarin kar bikin û anî ziman ku, li Bazara Otûrakçiyê kar kesad e.