Kedkarên hatin îxrackirin: 'Na' 2017-02-10 09:05:32 EDENE- Mamosteyên hatin îxrackirin, anîn ziman ku ji bo dubare vegerin ser karên xwe û keda wan neyê windakirin, ew ê di referandûm de li dijî guherandina Qanûna Bingehîn bibêjin "Na". Kedkarn perwerdehiyê yên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) hatin îraxckirin jî diyarkirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Gerînendeyê Çandê yê Şaredariya Seyhana Edeneyê û Mamosteyê Biyolojiyê Guven Boga, bi bîr xist ku bi pêvajoya OHAL'ê re bi hezaran mirov bi awayekî derhuqûqî ji peywirên xw ehatine îxrackirin û anî ziman ku, di referandûmê de gelek sedemên wan ên "Na"yê hene. 'EM DENGÊ NA'YÊ BILIND BIKIN' Boga, ragihand ku piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê AK Partî li welat bi raçînga her tiştî lîstiye û wiha domand: "Perwerdehî di pêvajoyeke zaf xerab de ye. Mudaxileyî jiyana rojane ya mirovan tê kirin. Pereyên ku bi sepandina Fona Heyînê bi dest bixin jî, dê venêrîna wê tune be û dê li gor dilê xwe xerc bikin. Ji bo dawî li van hemû derhuqûqiyan bê, em ê bibêjin 'Na'." Boga, diyar kir ku li welat teqîn pêk tên û hîn jî didomin û wiha domand: "Ji bo rawestandina vana divê 'Na' bê gotin. Ji ber li welat tim xwîn diherike, tu ewleyiya mirovan nemaye, karmendên cemaweriyê tim bi tirsa ew ê ji peywirê bên girtin re rû bi rû ne; ji bo dawîlêanîna van divê dengê 'Na'yê bê bilind kirin." 'JI BO KEDA ME 'NA'' Boga, dest nîşan kir ku bi îxrackirinan kedkarên perwerdehiyê mehkûmî birçîbûnê dikin û li tu derî derfetên xebatê nadin wan û wiha got: "Heke di referandûmê de 'Erê' derkeve dê hemû derdorên muxalifî xwe ji peywirê îxrac bikin û ji ber ji bo mirov kar û keda xwe winda nekin bibêjin 'Na'." 'JI BO DAWÎLÊANÎNA ÇEWISANDINAN 'NA'' Mamosteyê Dibistana Seretayî Munir Korkmaz ê bi KHK'ê hat îxrackirin jî bi bîr xist ku, piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bi çewisînerî bi ser hemû derdorên muxalif de çûne û ji peywiran hatine îxrackirin. Korkmaz, dest nîşan kir ku dema ew li pêvajoya dawî dinihêrin li welat gelek binçavkirin, girtin, îxrackirina ji peywiran, girtina rêxistinên demokratîk, bêdengkirina çapemeniya azad û gelek bûyer pêk hatine û diyar kir ku, ji bo dawîlêanîna van şert û mercan divê dengê 'Na'yê bê bilind kirin." 'JI BO AŞTIYÊ 'NA'' Korkmaz, dest nîşan kir ku di sedsala 21'emîn de her diçe demokrasî lawaz dibe û sepandinên antî-demokratîk zêde dibin û diyar kir ku, ji bo dawîlêanîna van sepandinan divê 'Na' bê gotin. Korkmaz wiha axivî: "Em mecbûr in bibêjin 'Na', çimkî pêşeroja me bi pergala serokatiyê dê têkeve bin xetereyê. Divê em bêjin 'Na', çimkî aştî di bin xetereyê de ye. Divê em bêjin 'Na', çimkî li Tirkiyeyê jin, ciwan rastî pergala dagirkeriyê tên. Divê em bêjin 'Na', ji bo îktîdara AKP'ê ya 15 salî, 15 salên din jî nedome."