‘Nifşê nû eleqe nîşan nadin' 2017-02-10 09:07:50 AGIRÎ - Mehmet Karahan ê li Bazîdê cil û bergên herêmî û şelwaran hildiberîne, bal kişand ser asta çanda kûreyî. Karahan, diyar kir kincên herêmî rastî eleqeya nifşên nû nayê û wiha got: "Niha tenê em di dawet û nîşanan de kincan difiroşin." Mehmet Karahan ê li Bazîda Agiriyê cil û bergên herêmî yên rengorengo û şelwaran çêdike û difiroşe, bal kişand ser asta çanda kûreyî û diyar kir ku, nifşên nû eleqeyê nîşanî kincên herêmî nadin. Karahan ê ji bo jin û mêran cilûbergên herêmî didirû, got terha lixwekirina her kesî dişibe hevdu û ji ber bêeleqeya nifşên nû bi gilî û gazinc e. TENÊ DI CEJN, NÎŞAN Û DAWETAN DE TÊN FIROTIN Karahan ê li ser kincên qedîfe û saten ên jinan, morîk û birbisokên rengorengo dinexşîne, anî ziman ku li cema wî her cure eba û tatil hene û bi vî awayî dixwazin xîtabî her temenî bikin. Karahan wiha domand: "Cilûbergên herêmî yên berê dihatin lixwekirin, roja îro tenê di cejn, dawet û rojên taybet de bi bîr tên. Nifşên nû eleqeyê nîşanî kincên wisa nadin. Niha em tenê di dawet û nîşanan de kincan difiroşin. Hêza empozeyî ya çanda hêzdar, li gor çanda herêmî zêdetir e. Ji ber bi şik û guman im dê kincên gelêrî di pêşerojê de winda bibin û ji bo li pêş çanda serdest bin, ev 4 sal e kincên xwemalî herêma me didirûm." LI BAJÊR DIKANÊN KINCÊN HERÊMÎ DIFIROTIN YEKO YEKO HATIN GIRTIN Karahan, da zanîn ku li bajêr ew tenê kincên herêmî çêdike û di demên dawî de ew di serî de Almanya û Fransa, kincan îthalî gelek welatan dike û wiha axivî: "Li bajêr dikanên kincên herêmî difirotin yeko yeko hatin girtin. Medyaya dîtbar bi taybetî di warê lixwekirinê de mirovan ber bi çanda navendî ve dibe û yektîp kincan li wan ferz dike." Karahan, got yên li gor çanda serdest tevdigerin normal, yên li gor wê tevnagarin jî anormal tên dîtin û dest nîşan kir ku, ji bo mirov normal bên dîtin şertên berpêşî wî/ê tên kirin bêyî merc qebûl dike.