Malbata Berjîn Demîrkaya serî li NY'e da 2017-02-10 12:00:05 CENEVRE- Malbata Berjîn Demîrkaya, ji bo têkildarîe bûyera ku li Cizirê li Berjîn Demîrkaya û komek hevalên wê di jêrzemînê de hatin kuştin serî li Yekîneya Îşkence û Înfaza Bêdaraz a Neteweyên Yekbûyî (NY) da û xwest Tirkiye bê darizandin. Di kanûna 2015'an de, dema li navçeya Cizîrê Qedexeya Derketina Derve hat îlankirin li gel endama KJA'yê Berjîn Demirkaya û komek mirov di jêrzemîna avahiyek cizîrê de hatin kuştin. Malbate têkildarî bûyerê ji bo Tirkiye bê darizandin serî li Neteweya Yekbûyî da. Malbatê serî li Yekîneya Îşkence û Înfaza Bêdaraz a Neteweyên Yekbûyî (NY) da û xwest Tirkiye bê darizandin Malbatê diyar kir ku Demîrkaya li ser navê Kongreya Jinen Azad (KJA) li Cizîrê xebatên jinan ên civakî, çandî û siyasî dimeşand û ji aliyê hêzên tirk ve hat şewitandin û hat kuştin. Malbatê anî ziman ku Demîrkaya û komek hevalên xwe ji bo xwe ji bombebarana leşkeran biparêze xwe di jêrzemîna avahiyê de parastibûn û leşkeran destûr nedabû ku ji wir derkevin. Dîsa destûr neda ku ambulans û malbat bi hawara wan biçin û hatin astengkirin. TIRKIYE BERPIRSIYARIYA XWE PÊK NEANÎ Malbatê diyar kir ku malbatên kesên ku zarokên wan di jêrzemînê de hatin kuştin, pararêzerên malbatan û parlamenterêh HDP'ê ji bo berpirsiyar bên darizandin serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiye û saziyên hiqûqî yên eleqeder dane, lê tu encam bi dest nexistine. Malbatê da zanîn ku berî bûyerê serlêdanê wezaret û Meclîsê tev di qeydan de hene û dîsa telefonên kesên di jêrzemînê de asê mane ji hene, lê ji bo xelaskirina wan tiştek nehatiye kirin. Malbatê di serlêdana NY'ê de da zanîn ku heta niha hemû serlêdan bê encam û bê bersîv mane û Tirkiye peymana navneteweyî ku îmze kiriye îhlal kiriye. Malbata Demîrkaya rapora Saziya Tipa Edlî ya Swêdê jî tev li dosyayê kir û pêşkêşî NY'ê kir. Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a NY'ê Zeid Ra Al Hussein têkildarî mijare rapor amade kiribû û pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a NY'ê kiribû.