Parêzera Ocalan: Nirxên hiqûqê di bin piyan de ne 2017-02-10 14:55:30 ENQERE - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, di rûniştina "doza KCK'ê ya Serekê" de bertek nîşanî helwesta Dozgerê Komarê yê Bursayê ku daxwazname wekî delîla sûc nîşan da û wiha got: "Nirxên hiqûqê hatiye binpêkirin. Rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" ku 154 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştina dozê de Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan Ebru Gunay û Ahmet Ertak û parêzerên wan amade bûn. Ewil Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak, bi kurdî paraktin kir. Ertak, anî ziman ku ew endamê DTP'ê bû û berpirsiyariya xwe ya li hemberi partiya xwe anî ziman û ji ber axaftinên xwe 4 salan hat girtin. Ertak anî ziman ku kurd jî mirovin û welatiyê vî welatî ne. Parêzer û keça Ertak Çigdem Ertak diyar kir ku azadiya raman, rêxistin û siyasetê heye û sucdariya der barê Ertak li dijî hiqûqê bi nav kir û wiha got: "Dosyaya KCK'ê ya Sereke dozek ku hatiye sazkirin e. Ev doz proje û kumpasa dozger û Dadgerên ji doza FETO hat îxrackirin e. Aîdata muwekilê min a ji bo partiya xwe wekî "alîkariya rêxistinê" hatiye nîşandan. Ez beraeta muwekilê xwe dixwazim. Parêzerê Hevseroka DBP'ê ya Berê Zubeyde Zumrut Devrim Barış Baran jî anî ziman ku hemû serlêdanên wan ên ji bo ev doz betal bibe hatiye redkirin û wiha got: "Hemû dozger û dadgerên ev doz dimeşandin hatin îxrackirin. Li gorî van rastiyan dosyaya dozê betal dibe." 'DOZGER DAXWAZNAMEYÊ SUC DIHESIBÎNE' Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay jî parastin kir û wiha got: "Ev doz berê hatiye amadekirin. Edaleta dereng mayî ne edalet e. Di vê dosyayê de rewşa mahsumiyetê hat îhlalkirin. Di vê dozê de zêdeyî 100 mirov bêyî hincet bên nişandan hatin girtin her yek zêdeyî 5 salan girtî man. Di vê pêvajoyê de tu kes nehatin berdan. Pîşeya parêzeriyê ne sûc e. Ders û mijarên ku di fakulteyên hiqûqê de fêrî me kirin îro li vir tên binpêkirin. Hiqûq hatiye binpêkirin. 6'emin dadgeha Cezayên Giran a Amedê di heman demê de ji bo Doza KCK'ê ya Sereke wekî "îhsasi rey" bi nav kiriye û ev darizandin li dijî qanûn û hiqûqê ye. Parêzer çima û çawa tên binçavkirin hemû di zagonan de heye. Lê ev zagon tev hatin binpêkirin. HEVDÎTINÊN ÎMRALÎ SÛC HATIN DÎTIN Prz. Gunay, anî ziman ku hevdîtinên parêzeran li ÎMraliyê bi muvekkili Ocalan de kiriye tev kirine bin qeydan û ev qeyd wekî delîla sûc li dosyayan zêde kiriye. Gunay, wiha berdewam kir: "Em li Grava Îmraliyê bi destûra dewletê bi muvekkilê min Brêz Ocalan re hevdîtin kir. Birêz Ocalan hem dewlet û hem gel her kes wî ji nêz ve dişopîne. Wê demê tenê qanala ragihandinê em parêzer û malbata wî bûn. Nê niha hemû qanalên ragihandinê hatine girtin. Me der barê îhlala muvekkilê min a li Îmraliyê serî li DMME û CPT' da. Têkildardî vê yekê me daxwazname ji Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê re şand. Dozger ev daxwazname wekî delîla suc xistiye dosyaya doza me. Parastin perçeyekî darazê ye. Ger ku ev mafê parastinê neyê parastin, wê demê pîşeyê parastinê bê wate dimîne. Ger ku ne wisa be wê demê pirsa "Gelo pîşeyê parêzeriyê sûc e?" tê hişê min. Dîsa ziyaretên min ên têkildarî rewşa muwekilê min ên li DMME û CPT'ê jî weki delîla sûc hatiye hesibandi."