Hevşaredarê Bêspînê Ruzgar hat girtin 2017-02-10 16:48:42 ŞIRNEX - Hevşaredarê bajaroka Bêspînê Abdulgaffur Ruzgar bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Hevşaredarên bajaroka Bêspîna navçeya Silopiya Şirnexê Abdulgafûr Ruzgar û Suheyla Bulgul ku 7'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li Qereqola Cemdermeyan a Silopiyê bi dawî bûn derxistin Dozgeriya Şirnexê. Dozgeriya Şirnex bi daxwaza girtinê hevşaredar sewqî dadgehê kirin. Dadgeha Cezayên Silhê ya Şirnexê derbarê Ruzgar de bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" biryara girtinê da û hevşaredar Bulgul serbest berda. Hat hînbûn ku Ruzgar birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.