Herî kêm 13 kes hatin binçavkirin 2017-02-10 17:44:26 XARPÊT- Li navçeyên Qereqoçan û Qovanciyan ên Xarpêtê, di operasyonên hevwext de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin. Li navçeyên Qereqoçan û Qovanciyan ên Xarpêtê, di serdegirtinên malan ên danê sibehê de, rêveberên HDP'a navçeyê jî di nav de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin. Li Qereqoçanê; Baki Dogan, Baki Guven, Kerim Aydin, Serkan Doner, Mahmut Dogan, Cengiz Kilinç; li navçeya Qovanciyan jî rêveberên HDP'a navçeyê Ferit Canpolat, Habip Polat û kesên b navê Tahsin Akalin, Metin Bingol, Sefer Yildirim, Erkan Yildirim û Muhamet Aslan hatin binçavkirin. 13 kesên mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, ew birin Muduriyeta Polîsan a Xarpêtê û her wiha hat zanîn ku, bi ser gelek gundên girêdayî her du navçeyan de jî hatine girtin û gelek kes hatine binçavkirin.