Li Edeneyê bi şideta 3.9'an erd hejiya 2017-02-10 20:18:44 EDENE - Li gor pîvana Rîchterê navçeya Kozanê ya Edeneyê bi erdhejeke bi şideta 3.9'an hejiya. Li Edeneyê, bi şideta 3.9'an ku binkeya wê bajaroka Kizillar a navçeya Kozanê ye, erdhej çêbû. Di erdheja ku saet li dor 19.15'an çêbû de tu windahiyeke can û malî rû neda. Enstituya Lêkolîna Erdhejê ya Resedxaneya Kandilli ya Zanîngeha Bogaziçiyê daxuyand ku erdhej 5,8 kîlometreyan ji bin erdê ve çêbûye. Hat diyarkirin ku, bi erdhejê re tu xesar rû nedaye.