Bi xwe kar ava kir û debara xwe dike 2017-02-11 09:34:35 ÊLIH - Welatiya Êlihê Şaziye Calp, ji bo betal nemîne bi xwe karê xwe ava kir. Calp li mala xwe Nanê Şilikî çêdike û bi firotina Nanê Şilikî debara mala xwe dike. Li taxa Gapê ya Êlihê nişteciha bi navê Şaziye Calp ji ber kar tunebû bi xwe karê xwe ava kir. Calp li şûna ji dewletê bixwaze debara xwe bike bi xwe karê Nanê Şilikî ava kir û bi firotina Nanê Şilikî debara malbata xwe dike. Calp ku li mala xwe ya biçûk Nanê Şiliki çêdike, Calp li dîwarê mala xwe bi nivîsek hunerî “Arîn Gozleme” nivîsandiye. Şaziye Calp, li şûna xaniyê xwe yê 10 salin lê dijî bifroşe û debara xwe bike, di xaniyê xwe de karê "Nanê Şilikî" ava kir û bi firotina şilikî debara xwe dike. Calp ku dayika 6 zarokan e, 4 meh berê bi zarokên xwe yên keç re dest bi çêkirina Nanê Şilikî kir û debara xwe dike. NAVÊ KEÇA XWE YA BIÇÛK LI KARÊ XWE KIR Calp diyar kir ku wê navê keça xwe ya 1.5 salî li karê xwe kiriye û kirine "Arîn Gozleme(Arîn Şilikî). Calp, da zanîn ku ji bo her kes karibe ji vî nanî tam bike û bixwe bi erzanî difiroşe û hem debara xwe dike û hem jî di afirîne. Calp, destnîşan kir ku herî zêde xwendekar tên li vir nan dixwin û wiha got: "Hin jî perê wan tune. Hin jê perê wan hindik e. Ji bo her kes karibin bixwin em bi erzanî difroşin. Ez wekî zarokên xwe li wan dinerim, ew jî weki dayika xwe li min dinerin. Yên pereyên wan hebe tune be kî bixwaze ez didim wan. 'XWESTIN BIKIRIN MIN NEFIROT' Şaziye Calp, anî ziman ku xaniyê ku niha lê "Nanê Şilikî çêdike (Arîn Gözleme) cihekî dîrokî û kevne û wiha got: "Xwestin vê malê ji min bikirin. Lê min ev mal neda wan. Mutahîtan xwest daîrekeyê bidin min û ez jî vir bidim wan. Lê min neda wan. Hemû bîranînên me li vir in. Min hemû zarokên xwe li vê malê mezin kirin. Min navê keça xwe ya biçûk Arin li cihê kar kir. Me 4 meh merê min û keçê xwe vir vekir. ÊDÎ EW DEBARA MALÊ DIKE Calp, anî ziman ku piştî ev kargerî vekerin û şûnde ew û keçên xwe debara malê dikin û êdî pere ji hevserê xwe naxwazin. Calp, anî ziman ku mesrefên malê û pêdiviyên zarokên xwe yên xwendekar ew derdixe û dibe bersîv. JIN BIXWAZIN DIKARIN HER TIŞTÎ BIKIN Calp, anî ziman ku dema jin bixwazin dikarin debara xwe bikin û ger bixwazin dikarin her tiştî bikin.