Belavkarê rojnameyê hat berdan 2017-02-11 10:21:01 EDENE - Belavkarê rojnameyê Murat Karataş ê ku bi hinceta “weşanên qedexe ligel xwe gerandiye” hatibû binçavkirin hat berdan. Li Edeneyê belavkarê rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Deokrasî Murat Karataş ê ku dema rojname belav dikir duh ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin hat berdan. Derbarê Karataş ê ku li Qereqola Polîsan a Şakîrpaşayê dihat girtin de bi hinceta “weşanên qedexe ligel xwe gerandiye” kar hatiye kirin û bi fermana dozger hatiye berdan.