Demîrtaş çû kijan bajarî lê doz vebû 2017-02-11 11:02:27 AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku girtî tê darizandin çû kijan bajarî, dozgerê wî bajarî lê doz vekir. Parêzerê Demîrtaş, Mahsuni Karaman, diyar kir ku Demirtaş çû ku li wir doz lê hatiye vekirin. Piştî niqaşên 20'ê Gulana 2016’an ên li meclîsê û şûnde destnedayîna wekîlên HDP'ê hatin rakirin. Piştî destnedayîna dema borî ya 55 wekîlên HDP'ê hat rakirin, der barê parlamenteran de 510 fezleke hatin amadekirin. Der barê 55 parlamenterên HDP'ê de bi giştî 645 dozên cuda hatin vekirin. Di dozên hatin vekirin de bi giştî 18 cezayê muebbetê û 3 hezar û 126 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Parlamenterên HDP’ê ku neçûn îfade nedan ketin bin dorpêça polîsan. 35 parlamenter li gel ku hêj destnedayina wan didome dîsa hatin binçavkirin. Di navde Hevserokên Gişti yên HDP'ê jî hene bi giştî 14 parlamenter hatin girtin û jê 2 parlamenter hatin berdan. Heyeta dadehê li Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê birî. Der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê di 4'ê mijdarê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, heta 142 sal cezayê girtîgehê dixwazin. Doza Demirtaş bi hinceta "Ewlehiyê ji bo neqlî bajarekî din bê kirin dosya şandin ji Wezareta Dadê re. Parêzerê Demîrtaş, Mahsuni Karaman, têkildarî dozên li muwekilê wîhatine vekirin ji dîhaberê re axivî. JI DOZEKÊ 31 FEZLEKE Karaman, anî ziman ku heta niha der barê muwekilê wî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demirtaş de 31 doz hatine vekirin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de Birêz Demîrtaş ji dozên ku dihatin darizandin ji yekê beraet bû. Der barê dozekê de biryara taloqkirina şopandinê dan. Niha ji 29 dozan tê darizandin. Demirtaş ji dosyaya ku jê girtî dê darizandin ji 31 lêpirsinan (fezlekeyan) pêk tê. Der barê Demirtaş de zêdeyî 100 lêpirsîn (fezleke) hatin amadekirin. Demîrtaş çûye ku doz lê hatiye vekirin. Gelek dozên li wî hatine vekirin bi hinceta "li Serokomar heqaret kiriye" hatiye vekirin. Dîsa bi hinceta "heqaret li serokwezîr kiriye" "Pesnê sûc û sucdar daye", “Mezinên dewletê biçûk xistiye" û "Propaganda kiriye" doz hatiye vekirin. Ji dozên ku der barê Demîrtaş de hatine vekirin bi sedan salan ceza tê xwestin. Demîrtaş ji ber xebatên xwe yên siyasî tên darizandin. Ji ber axaftinên li Amed, Şirnex, Mêrdîn, Mîdyat, Sîlopî, Wan, Erdîş, Bazîd, Çewlîk, Enqere, Kayseri, Stenbol, Edene, Mêrsîn û navçeyên wan doz hatiye vekirin. Demîrtaş çûye kijan bajarî doz lê hatiye vekirin." DÊ JI MEMÛ DOZAN BERAET BIBE Karaman, anî ziman ku dema li dozên ku li Demirtaş hatin vekirin dinere û lêkolîn dike dibîne ku hemû ji ber xebatên partiyê yên siyasî hatine vekirin û wiha got: "Ev axaftin berê li Kursiya meclîsê û di civînên koma partiya xwe yên li meclîsê anîbûn ziman. Li gorî xala 83’an a Qanûna Bingehîn di çarçoveya "Zagonçêkirine de anîne ziman. Birêz Demîrtaş dê ji hemû dozan beraet bibe. Ger ku dadgehên herêmî biryare bidin jî dê ji Dadeha Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) betal bibin.