Sezek ê 80 salî rakirin nexweşxaneyê 2017-02-11 13:19:50 SÊRT - Haci Îsa Sezek ê 80 salî yê girtî ji ber rewşa wî ya tenduristiyê giran bû rakirin nexweşxaneyê. Haci Îsa Sezek ê ligel ku 80 salî ye jî li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê tê girtin ji ber rewşa wî ya tenduritiyê giran bû duh rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Haci Sezek ê ku di salên 90'an de jî îşkence dîtibû û pirsgirêkên wî yê tenduristiyê hebû ji ber şertên girtîgehê jî rewşa wî her çû giran bû. Hate hînbûn ku Sezek ê rakirin nexweşxaneyê gelek bêhal bûye. Ev demeke dirêj e Sezek dixwest wî bibin nexweşxaneyê lê ev daxwaza wî nedibirin nexweşxaneyê. Der barê rewşa tenduristiya Sezek de rayedarên nexweşxaneyê agahî nedan.