Huda Kaya: ‘Gotina Erê înkara xwedê ye' ne rast e 2017-02-11 13:56:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, têkildarî sernavê "Gotina erê înkara Xwedê ye" ya nûçeyan bi riya medyaya civakî diyar kir ku axaftinên wê şaş hatiye parvekirin û gotinên xwe ronî kir. Parlamentera HDP'e ya Stenbolê Huda Kaya, duh li navçeyên Xalfetî, Hewag, Serekaniyê û Wêranşarê xebatên referandumê yê Kampanya "Na" meşandibû. Kaya li ser medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku gotinên wê rat nehatine parvekirin. Tekildarî nûçeya ajansa me û gelek malperên din ên nûçeya ji bo gotinên xwe nirxandin kir. Kaya bertek nîşanî sernavê “Gotina Erê înkara Xwedê ye" da û anî ziman ku gotinên wê hatine neqandin. Kaya di medyaya civakî bi gotina “Ev tiştekî pir absurt û ne rast in." di rûpela de parve kir. Kaya anî ziman ku duh li Rihayê axaftin kiribû û wiha got: "Bi sernavê "Gotina Erê îkara xwedê ye" ku absurt û ne rast e hat weşandin. Ez wekî mirovek 35 salin di nava xebatên Kur’an û lêklîne de di ferqa gotinê xwe de me. Çima em bêjin "Na" bi awayekî zelal di vê vîdeoya min di malperê de parve kiriye aşkere dibe. Li pey vê gotina vîdeoyê me."