Ji Koma Diyalogê ji Ahmet Turk re: Baş e hûn li vir in 2017-02-11 14:11:20 MÊRDÎN - Koma Diyalogê ji bo serdana Ahmet Turk ê ji girtîgehê derket çû gundê wî. Tarhan erdem gotina "Baş e tu li vir jî" bi kar anî, Zulfu Lîvanelî jî diyar kir ku dema aştiyê nîne. Turk jî wiha got: "Jibilî aştiyê tu alternatîf tuneye." Koma Diyalogê ji bo serdana siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ê ji girtîgehê derket çû gundê wî Qersa Qenco. Zulfu Lîvanelî, Tarhan Erdem, Ziya Halîs, Suleyman Çelebî, Akin Bîrdal, Servet Demîr, Gurhan Ertur, Cengîz Guleş, Yasemîn Dorman, A. Haydar Gonca, Naciye Gonca, Hasîp Kaplan, Sebahat Kaplan, Gulseren Onaç, Emîne Uşakligîl, Nazar Begum, Ozgen Newra, Fîkret Unlu û Husnu Okçuoglu yên li Ahmet Turk re hevdîtin pêk anîn piştre daxuyanî dan. Li ser navê komê Zulfu Lîvanelî axivî û got ku ew wekî Koma Diyalogê ji Stenbol û Enqereyê ji bo serdana serdana Ahmet Turk hatine. 'DEMA AŞTIYÊ TUNEYE' Lîvanelî wiha axivî: "Koma Diyalogê di vî rewşa giran a Tirkiyeyê ya siyasî de di rewşa bendîbendî bûye de ji bo têkîliyan nerm bike, usluba siyasî ya pêwîst, diyaloga pêwîst ji bo aştî û demokrasiyê têkîliyên pêwîst ava bike derketiye rê û ji mirovên niyeta wan baş e pêk tê. Di nava me de wezîr, serokên partiyan, paralemnter, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîrên gelek girîng, dadger hene. Yekj i karê ku komekî bi vî rengî bike jî serdana Ahmet Turk e. Du wateyên serdana Ahmet Turk heye, ya yekemîn ji ber ku yek ji mirovên rêzdar e lê li aliyê din jî ji şexsieta wî ya rêzdar wêdetir, axaftina wî ya nerm, aştiyane, bi salan li parlamentoyê xizemt daye, şaredariya bajarê mezin kiriye, bûye sembola aştiyê. Sekna wî ya dema kete girtîgehê û derket dîsa helwest, nêzîkatî bi taybetî jî peyama ku da civakê bû sedema taqdîrê. Ji ber vê yekê jî navê Ahmet Turk ji bo hemû kesên li Tirkiyeyê navekî sembol e. Nikare bê gotin ku 'dema aştiyê nîne' 'dereng ma, dereng nema' wisa nikare bê gotin. Ger xwîn diherike divê aştî bi lez bêdestgirtin. Pêdiviya me hevdu fêmkirinê heye. Ji ber vê yekê jî em bi hevalên xwe yên komê re armanca xwe careke din dubare dikin; niha aştî, niha dostaî û ji bo daxwaza azadiyê ya ji parlamenterên girtî re peyamên xwe parve bikin em li vir in." ‘BAŞE HÛN LI VIRIN’ Piştî Turk nivîskar Tarhan Erdem axivî û diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelek parlamenterên li parlamentoyê hatin girtin, hibek hatin binçavkirin û hinek jî di bin gefan de ne. Erdem anî ziman ku ev rewş li tu devera cîhanê ne hatiye dîtin û wiha got: “Ji bo em vê rewşê şermezar bikin em li vir kom bûne. Ahmet Turk yek endamên herî kevn ê parlamentoyê ye. Ji sala 1973’yan ve parlamentere. Em hatin xêrhatina wî bikin. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi Ahmet heye. Başe hûn li virin û başe ku hûn li ser serê me ne.” ‘HÊVÎ DIKIN KU DENGÊ ME BI BIHÎSIN Û HIŞYAR BIBIN’ Li ser bibîsxistina girtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş Erdem wiha got: “Mixabin serokê giştî, parlamenterek ji parlamentoyê tê girtin û dixin girtîgehê. Di bin tecrîdê de ye, nikare kesekî ziyaret bike û bersiv nadin daxwazên wî yên ziyaretan. Ez li vir li ser navê Koma Diyalogê dibêjim ku em vê yeke qebûl nakin, em li dijî vê ne û divê hemû kes bifikire ku ev dê Tirkiyeyê kuve bibe. Tirkiye di rewşek talûke girîng û heqnake de derbas dibe. Divê em hemû îktîdarê hişyar bikin û pêşiya vê bigirin. Hêvî dikin ku dengê me bibihîsin û hişyar bibin.” TURK: NÎVA DILÊ MIN DI HUNDIR DE YE Piştî Erdem Ahmet Turk spasiya mêvanên xwe kir û wiha got: “Başe hûn hene. Ez bawer dikin ku gelê kurd û tirk ne dijminên hevin. Ji ber siyaseta em dimeşînin bêbawerî di nava gelê me de derketiye. Peywira me ewe ku em vê baweriyê carek din ava bikin, di pêşerojek demokrat û wekhev de bi mejiyê ku pirsgirêkan bi mejî tên destgirtin çareser bikin. Ez ji girtîgehê derketim lê dilê min li wir ma. Hevserokê me parlamenter û xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê yên ku wijdanê gelin û xebatkarên çapemeniyê yên din, dîsa 80 hevşaredarên me di girtîgehê de ne.” JI BILÎ ASTIYÊ TU RIYEK DIN TUNE YE Turk da zanîn ku polîtîkayên zextan ên salên 1980’î û 94’an Tirkiye pêşde ne biriye û wiha axivî: “Her ku diçe em ber bi pêvajoyek kaosê ve diçin. Êdî her kes dizane tenê riyek heye ew jî aştiye. Ji bilî aştiyê tu riyên din tune ne. Ji ber vê yekê em li vir hewladanên rêhevalên xwe koma diyalogê dibinin. Divê her kes ji bo vê hewldanan bidin meşandin. Li dijî bêmafî û hemû pêkanînên antîdemokrat em denge xwe bilind bikin û baweriyê ava bikin. Carekdin spasiya we dikim. Hatine we ya vir ji bom in rûmete. Spasiya we dikim di jiyana min de îro roja herî xweşe.” Piştî axaftinan Turk mêvanên xwe li gundê Qesrê gerand û dîrok ji wan re vegot.