Dayîkên Şemiyê: Hûn nikarin ji berpirsiyariyê birevin 2017-02-11 14:58:22 STENBOL - Dayîkêm Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya yên di sala 1993’an de hatin windakirin pirsin û diyar kirin ku li Tirkiyeyê kesên têkoşîna mafan didin di bin zextan de ne. Dayikan hikûmet rexne kir û gotin "Hûn nikarin ji berpirsiyariyê birevin." Dayikên Şemiyê çalakiya xwe di hefteya 620'an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikan dîsa wêneyên xizm û zarokên xwe, qurnefilên sor û pankarta “Fail diyar in, winda li ku ne" hilgirtin. Dayikan çarikên spi ku sembola aştiyê ye danîn ser pankartê û li vir daxuyanî dan. Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û nivîskar Nur Surer tevlî çalakiyê bûn. Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya yên di sala 1993’an de li Xarpêtê hatin windakirin pirsin. Di çalakiyê de destpêkê birayê Suleyman Cîhan ê winda Ahmet Cîhan axivî. Cîhan da zanîn ku li Tirkiyeyê hemû kesên têkoşîna mafê mirovan dide dibin zextan de ne û wiha got: “Ji hemû bêqanûniyên dewletê hikûmet û îktîra berpirsyare. Di nava 15 salan de ji bertekên civake me hevî girtin lê her carê dozên me bê encam man. Em ji hikûmetê re dibêjin hûn nikarin ji berpirsyariyê birevin destê me di stûyê we de ye. Em dixwazin di welatek demokrat de bijîn ne di welatek rizî de.” ‘TIŞTEK NE HATIYE GUHERTIN’ Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu anî ziman ku salên 80’î û 90’î salên zehmet bûn. Lê îro jî em heman tiştî dijîn. Nîva sedsalê derbas bû lê tiştek ne hatiye guhertin. Îro jî wekî duh cube di bin postalan de ne. Şi van qadan me famnakin em ê hesab bi pirsin.” ‘HETA PERGAL NEYÊ GUHERTIN HÊVÎ TUNE YE’ Piştre xwişka Dr. Hasan Kaya Havva Kaya mafê axaftinê girt û wiha got: “Her hefteyê li vir li maf gerîn girînge û min xwest her hefte li vir bim. Ew zarokên me bin. Vê dewletê ev êş bi me da jiyîn. Em têkoşîna xwe dimeşînin. Em dewletê nas dikin. Ev qirêjiya niha berpirsyariya hikûmetê ye. Heta ev pergal neye guhertin hêvî tune ye.” Piştî axaftinan daxuyaniya hefteyê ji aliyê xwişka Hasan Ocak ê hatî qetilkirin Aysel Ocak ve hat xwendin. DESTPÊKE GEF PIŞTRE ÎNFAZ Ocak diyar kir ku du hevalên hev Metîn Can û Hasan Kaya piştî li Xarpetê şaxa ÎHD’ê vekirin ketin bin şopandina polîsan de û wiha got: "Di heman demê de Can û Kaya gefên mirinê digirtin. Di 22’ê Sibata 1993’yan de cenazeye herdu hevalan di wesayîtekê de hatin dîtin. Piştî lêkolînên hatin kirin diyar bû ku herduyan destpêkê îşkence dîtine û pişte bi guleya li serê wan hatiye xistin jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê di 21’ê Sibata 1994’an de malbata daxwaznameyekê li Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê serlêdana sûc kirine û ligel hemû lêgerînên mafan jî lêpirsînek bandor ne hatiye destpêkirin. Mixabin lêpirsîn nevegeriya dozê. Li ser vê têkoşîna malbatê li DMME’yê berdewam kir. DMME’yê Tirkiye mehkûm kir, navê Kaya û Can li lîsteya kiryar nediyaran nivîsî. Serokomarê wê demê Turgut Ozal, serokwezîr Suleyman Demîrel, Wezîrê Karên Hundir Îsmet Sezgîn, Wezîrê Dadê Seyfî Oktay û Fermdarê Giştî Dogan Gureş berpirsên vê sûcî ne. Heta bêceazkirin di dozê de bi dawî nebe ji bo me ez doz nehatiye girtin.”