Xezeba Firatê depoyên genim ji DAÎŞ'ê rizgar kir 2017-02-11 16:03:02 REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê depoya genim a bakurê bajarê Reqqa ji DAÎŞ'ê rizgar kir. Pêngava Sêyemîn a Hamleya Xezeba Firatê bi hemû leza xwe di roja 8'an de didome. Li gorî agahiyên ANHA, hat diyarkirin ku şervanên Baskê Xinêz ê hamleya îro depoyên genim ên bakurê bajarê Reqqa ji komên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Depoyên genim ên 9 kîlometre li bakurê Reqqayê ne hatin rizgarkirin. Şerê dijwar li herêmê didomin. Şervanên Xezeba Firatê dest bi paqijkirina mayînan kirine.