Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê dê bêjin 'Na' 2017-02-11 16:26:54 MÊRSÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê îxrackirina kedkarên perwerdehiyê ên bi biryara KHK’ê hatin dûrxistin şermezar kir û biryara "Na" bi raya giştî re parve kirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê li Parka Zarokê Azad daxuyanî da. Endamên Platformê îxraca kedkarên perwerdehiyê ya bi biryara KHK'ê hatin dûrxistin şermezar kir û biryara platformê ya referandumê bi raya giştî re parve kir. Bi sedan endamên hevparên Platformê li Parka Zarokê Azad kom bûn û li vir daxuyanî dan. Di civînê de Serokwekîlê Koma CHP'ê Engin Altay jî amade bû. Endamên komê li parkê sloganên "Em dê di ber xwe bidin" û "Em teslîmî AKP'ê nabin" berz kirin. Li parkê pankarta “Ji OHAL, KHK, îxrac, keyyum, Serokdewletiyê re Na" vekirin. Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê Berdevkê Demî yê KESK'ê Kenan Hazar daxuyanî da. Hazar diyar kir ku bi biryarên KHK'ê yên dawî 4 hezar û 500 kes ji kar hatin dûrxistin û wiha got: "Em dê li dijî biryarên KHK’ê di ber xwe bidin. Dê di referandumê de bersîva kedkarên cemaweriyê tevan "Na" be." Parlamenter û Serokwekîlê Koma CHP'ê Engîn Altay jî xwest tu kes li hemberî vê pergalê netirsin, serî netewînin û bêdeng nemînin. Altay, anî ziman ku tê xwestin ku Tirkiyeyek dengê xwe, bertekên xwe nerazîbûnên xwe bilêv nekin ava bikin û wiha got: "Rektor, qeymeqam, walî, Serfermandaran berî AKP’ê dest bi kampanya "Erê" kirin. Ger ku em li hemberî vê yekê bêdeng bimînin dê Tirkiye têk biçe. Dê zilm, zordarî xizanî û sefaletî dest pê bike. Ji ber vê yekê em bi hevre bêjin "Na." Piştî daxuyaniyan komê dîsa siloganên “Zext me bêzar nakin" berz kirin û belav bûn.