Sancar: Dema 'Na' bi ser keve dê deriyê Îmraliyê vebe 2017-02-11 17:09:56 ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar di civîna gel a Cizîrê de axivî û wiha got: "Dema rêjeyek zêde ya dengên 'Na' derket wê hikûmet mecbûr bimîne ku careke din vegere maseya çareserişê û bi Ocalan re hevdîtinê careke din pêk bîne." Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di çarçoveya referandûma Qanûna Bingehîn a dê di 16'ê nîsanê de pêk bê civîna gel hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlementerên HDP'ê yên Şirnex Aycan Îrmez û Leyla Bîrlîk, Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr, Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Yasemîn Demîrkaya, malbata Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç û malbatên kesên di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dane, hevşaredarên herêmê û gelek welatî tevlî civîna li avahiya HDP'ê hat lidarxistin bûn. 'KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ ÎRO XWE DUBARE DIKE' Parlementera HDP'ê ya Şirnex Leyla Bîrlîk di axaftina xwe de bal kişand ser komploya navneteweyî ya ku 15 sibata 1999'an li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye û axaftina xwe wiha domand: "Yên ku sala 1999'an komplo pêk anîne îro wê komployê dubare dikin. Ji bo azadî, aştî û jiyanek bi rûmet maseyek hat avakirin û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Lê ev yek weke 18 sal berê bi komployekê hat astengkirin." 'GOTINÊN ERDOGAN Û HÎTLER WEKE HEV IN' Parlementera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez jî diyar kir ku gotinên Hîtler û Erdogan weke hev in û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema ku Hîtler propagandaya xwe dikir digot, 'yek ziman, yek netew û yek ol' Erdogan jî herî dawî şevê din weke dîktator Hîtler got, 'yek milet, yek al û yek dewlet'. Erdogan bi vê yekê dide xuyakirin ku ew ê li ser yekperestiyê polîtkaya xwe bimeşîne." 'GEL DENGÊ XWE DIDE AŞTIYÊ' Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar di destpêka axaftina xwe de kesên ku li jêrzemînên Cizîrê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha axivî: "Gel dengê xwe dide kesên ku aştiyê diparêzin. Di 7'ê hezîranê de jî baweriya gel bi me hat û ji bo aştiyê dengê xwe da me. Lê dema hikûmeta AKP'ê ev yek dît dest ji hevdîtinên aştiyê berda û berê xwe da şer. Ev yek di sala 2014'an de xistibûn nava planên xwe de û li demek guncaw digeriyan. Piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê şer dan destpêkirin û hûn niha herêmê dibînin. Ev der hemû bi zalimtî xistin qadên şer. Hemû xerab kirin. Mirov qetil kirin." 'JI HDP'Ê DITIRSIN JI BER WÊ EVQAS ÊRÎŞ DIKIN' Sancar êrîşên li ser HDP'ê û saziyên gelê kurd pêk tên jî wekî tirsa AK Partiyê ya ji gelê kurd nirxand û wiha dirêkî da axaftina xwe: "Niha hevserokên me, parlementerên me, şaredar û gelek hevalên me hatine girtin û dest danîne ser şaredariyên me. Ji vî gelî ditirsin û herî zêde jî ji gelê Cizîrê ditirsin. Di dîroka Kurdistanê de dema gelê Cizîrê serê xwe bitewîne gelê kurd wê serê xwe bitewîne. Dema gelê Cizîrê serê xwe rake wê demê Kurdistan serê xwe radike. Ji ber wê bi hemû amûr û rêbazên xwe bi ser Cizîrê de tên. Lê em li vir gotina Seyîd Riza û Mehmet Tûnç bi bîr tînin. Ne wan serê xwe tewand ne jî me serê xwe li ber wan ditewînin." 'NA DÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKE' Sancar herî dawî bal kişand ser girîngî û wateya dengê "Na" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema ku me bi hêzek mezin dengê 'Na' derxist wê demê dê tiştên baş çêbibin. Tu dewlet heya mecbûr nemîne narûne ser maseyê çareseriyê û xwe nêzî aştiyê nake. Dema me rêjeyek weke 7'ê hezîranê bi dest xist wê demê hikûmeta AKP'ê dê mecbûr bimîne ku careke din vegere ser maseyê çareseriyê. Wê mecbûr bimîne biçe bi Birêz Ocalan re jî hevdîtinê pêk bîne. Ji ber ku ev hikûmet êdî nikare vê welatî bi polîtîkaya xwe ya şer bi rêve bibe." Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Yasemîn Demîrkaya jî di axaftina xwe de wiha got: "Em ê tu dem dayika Taybet Înan, Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ji bîr nekin û di 16'ê nîsanê de biçin ser sindoqan û bibêjin "Na". Piştî axaftinan civînê bi pirsên gel û bersivan bi dawî bû.