Êrîşkarê Reina hat girtin 2017-02-11 17:33:32 STENBOL - Êrîşkarê Reina Abdulkadir Masharipov, hat girtin Êrîşkarê Reînayê Abdulkadir Masharipov ku li Stenbolê di şeva sersalê de erîş pêk anî û 39 kes kuşt gelek kes birîndar kiribûn, 16 roj şûnde di 17’ê Çileyê de li Esenyurtê hat binçavkirin. Masharipov ku 25 rojin di bin çavan de dihat darizandin, sewqî edliyeyê kirin. Pişti sewqî dadgehê hat kirin hat girtin. Abdulkadir Masharipov (Ebu Muhammed El Horasani) ku li dijî Navenda Şahiyê Reîna ya Ortakaya Stenbolê çalakî pêk anî û 39 kes kuştin, li Esenyurtê di 17'ê Çile de hat binçavkirin û piştî 25 roj şûnde sewqî dadgehê hat kirin. Piştî êrîşkar Abdulkadîr Masharîpov (Ebu Muhammed El Horasani) hat binçavkirin, li midûriyeta polîsan a stenbolê îfade da. Masharîpov di îfadeyê de got li Afganistanê li kampên El Kaide perwerde dîtiye û piştre tev li DAİŞ'ê bûye. Masharipov, di îfadeya xwe de diyar kir di ser Îranê re derbasî Tirkiye bûye û li Konyayê bi cih bûye. Masharîpov, da zanîn ku dema ew li Stenbolê bû ji Rakkayê ferman hat ku serê salê li Stenbolê çalakiyê pêk bîne û armanc dikir ku li Taksimê çalakî pêk bîne û wiha got: "Ez şeva sersalê hatim Taksimê lê gelek tedbîr hatibûn girtin. Ne pêkan bû ku ez li wir çalakiyê pêk bînim. Bi kesê ku ferman daye min re ketim têkiliyê. Ji min xwest ku li cihekî din çalakî pêk bînim. Lis re vê yekê ji ber ku Reina guncav bû min li Reîna çalakî pêk anî. Îro piştî we sewqî dadgehê kirin, heyeta dadgehê der barê wî de biryara girtinê da.