Leşkerên TSK'ê li El Babê ketin şer: Leşkerek mir 2017-02-11 18:05:40 EL BAB - Operasyona Mertalên Firatê ya li El Babê di roja 172'a de berdewam dike. Hat diyarkirin ku piştî leşkerên TSK'e ketin nava El Babê şer derket û leşkerek mir û leşkerek jîbirîndar bû. Operasyona Mertalên Firatê li El Bab'ê di roja 172'ê de berdewam dike. Di operasyona Mertalên Firatê de di 8 û 9'ê Sibatê de balafira şer a Rûsya yekîneyên TSK'ê bombe kiribû û bi giştî 10 leşkerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Leşkerên TSK'e yên tevî Artêşa Azad a Sûriyeyê li El Babê şer dikin, hat diyar kirin ku ketine nava El Babê û şer derketiye. TSK'ê daxuşanî da û diyarkir ku di nava yekîneyên wan û DAÎŞ'ê de şer derketiye û leşkerek miriye û leşkerek jî birîndar bûye. Di operasyona Mertalên Firatê de heta niha 66 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.