Li 3 navçeyan qedexeya derketina derve 2017-02-12 10:40:23 MÊRDİN- Li navçeyên Mahsert, Artuklu û Nisêbînê li 9 taxan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Li navçeyên Mahsert, Artuklu û Nisêbînê yên Mêrdînê li taxên çolter qedexe hat îlankirin. Walîtiya Mêrdînê daxuyand ku li taxên Sulakdere û Aytepe yên Mahsartê, taxên Îlkadim, Yavrukoy, Buyukkardeş, Küçükkardeş û Stîlîlê yên Nisêbînê û taxên Yardere û Ahmetlî yên Artukluyê qedeya derketina derve hatiye îlankirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê li herêmê operasyona leşkê bê destpêkirin û li malên welatiyên ku gumanbar tên dîtin lêgerîn bê kirin.