Di serdema AK Partiyê de girtin ji sedî 232 zêde bû 2017-02-12 10:48:54 ENQERE - Navenda CHP'ê têkildarî binpêkirina mafên mirovan a serdema AK Partiyê raporek amade kir. Li gorî lêklînê di serdema AK Partiyê de 432 kes ji aliyê kesên nediyar ve hatin kuştin, hezar û 299 înfazên bê daraz, ji sedî 232 hêjmara girtiyan zêde bû. 184 rojnameger hatin girtin. Piştî qedexeya derketina derve ya 2016'an 78 zarok 69 jin , 30 kal û pîrên temenê wan di ser 60 salî re bi giştî 338 sivîl hatin kuştin. Navenda Rêxistina CHP'ê rapora binpêkirina mafên mirovan a bi navê "Karneya Mafên Mirovan a AKP’ê" bi raya giştî re parve kir. Rapor ji aliyê Berpirsiyara Mafên Mirovan û Xwezayê û Cîgira Serokê Giştî ya CHP'ê Zeynep Altiok ve hat amadekirin. Li gorî rapora CHP'ê; Di 15 salên dawî de nifûsa Tirkiye ji sedî 13.8 mezin bûye. Li Tirkiye di 15 salên dawî de hêjmara girtiyan ji sedî 232 zêde bû. Di navbera salên 2010-2015'an de 432 kes ji aliyê kesên nediyar ve hatin kuştin. Di 2002'an de hêjmara girtiyan 59 hezar û 429 kes bûn, di sala 2016’an de hêjmara girtiyan gihişt 197 hezar û 297 kesan. Di 15 salan de nifûs ji sedî 13.8 zêde bû, hêjmara girtiyan jî ji sedî 232 zêde bû. Di navbera salên 2010-2015'an de 1299 kes hatin înfazkirin. Di sala 2016’an de Tirkiye li gorî Serdestiya Hiqûqa Cîhanê ji nava 113 welatan daket 99'an. Tirkiye di 2015’an de Peymana Mafên Mirovan a Ewropa herî kêm 20 caran xala azadiya ramanê hat binpêkirin. 28 caran peyman îhlal kirin. Di serdema Ahmet Necdet Sezer de 26 caran, di serdema Abdullah Gul de 139 caran û di serdema Tayyip Erdogan de 1845 caran bi îdîaya "Hewaret li Serokomar kirine" doz li kesan hatin vekirin. Di 15 salan de 184 rojnameger hatin girtin. Di sala 2016’an heta 27'ê Tîrmehê hêjmara rojnamegerên girtî 150 kesan. Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 151'an de cih girt. Di serdema AKP'ê de 112 hezar û 24 malperên înternetê hatin qutkirin. Di sala 2016'an de li 9 bajar, û 35 navçeyan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di vê pêvajoyê de 78 zarok, 69 jin, 30 pir û kalê temenê wan di ser 60 salî re bi giştî 338 sivîl hatin kuştin. Li gorî endeksa aştiyê di nava 163 welatan de Tirkiye di rêza 45'an de cih girt. Di endeksa demokrasiyê de Tirkiye di sala 2015’an de ji 167 welatan di reza 97'an de cih girt. Di serdema 12'ê Îlonê de 3 hezar û 854 mamoste, 120 akademisyen, 47 dadger, hatin îxrackirin, 31 rojnameger hatin girtin. Piştî 15 Tîrmeha 2016'an heta niha 30 hezar û 470 mamoste, 3 hezar û 957 akademisyen, 3 hezar û 456 dadger u dozger hatin îxrackirin û 119 rojnameger hatin girtin. Polîs û leşkeran di 2002-2015'an de 4 hezar û 185 caran mudaxale kir. Di navbera salên 2002-2015'an de 13 hezar û 928 jin hatin kuştin. Di 7 salên dawî de tundiya li hemberî jinê ji sedî 1400 zêde bû. Di 14 salên dawî de ji sedî 449 zêde bû. Tirkiye di nava wekheviya zayendiya kurevî de ji 144 welatan di rêza 130 an de cih digire. Tirkiye di nava welatên OECD de di milê parastina mafê zarkan de ji 35 welatan di rêza 34'an de cih girt. Îstîsmara li diji zarokan di 14 salan de ji sedî 434 zêde bû. Di navbera salên 2010-2015'a de di navbera temenê 16-17 salî de 232 hezar û 313 zarokên keç hatin zewicandin. Di 2015’an de 17 hezar û 789 zarokên 15-16 salî zarok ji wan re bû.