Li Babê leşkerek mir 3 birîndar bûn 2017-02-12 12:10:24 EL BAB - Li El Babê di navbera leşkerên TSK'ê û DAÎŞ'ê de şer derket. Di şer de leşkerekî TSK'ê jiyana xwe ji dest da û 3 leşker jî birîndar bûn. Di 173 rojan de 67 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Operasyona Mertalên Firatê ya li El Bab'ê 173 rojin berdewam dike. Piştî leşkerên TSK'ê ketin sînorê bajarê El Babê şer derket. Di şerê navbera leşkerên TSK'ê û DAÎŞ'e de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 3 leşker jî birîndar bûn. Di şerê duh de jî leşkerekî jiyana xwe ji dest dabû û leşkerek birîndar bûbû. Di operasyona 173 rojan de heta niha 67 leşkerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan leşker birîndar bûn.