Li Cizîrê kesek hat kuştin 2016-11-22 09:44:44 ŞIRNEX – Li Cizîrê kesê bi navê Beşîr Elçîoglu ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hat kuştin. Li navçeya Cizîra Şirnexê kesê bi navê Beşîr Elçîoglu (45) ji aliyê kesên nasnameyên wan ne diyar hat kêrkirin û jiyana xwe ji dest da. Şêniyên taxa Cûdî gotin ku Elçîoglu di seatên serê sibê li ber derî xwe ji aliyê 2 kesan ve hatiye kêrkirin li û ber deriyê mala xwe ya li taxa Cûdî jiyana xwe ji dest daye. Piştî buyerê derdora mala Elçîoglu ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Hate hînbûn ku cenazeyê Elçîoglu ji aliyê malbata wî ve rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.