Pîr: Ger em bêjin ‘Na’ em ê AKP’ê rawestînin 2017-02-12 14:56:14 AMED / DERSIM - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr di kongreya SES’ê de diyar kir ku ger ji sindoqê ‘Na’ derkeve dê pêşiya îktîdarê bigirin û wiha got: “Dê pergala serokatiyê ji holê bê rakirin. Ger em bêjin ‘Na’ mecbûrin vegerin ser masê û êdî nikarin masayê li gorî dile xwe biqelibînin.” Şaxa Sendikaya Kedkarên Xizmata Tendirûstî û Civakî (SES) a Amedê li salona civînê ya Odeya Pîşesaz û Esnafan kongreya xwe pêk anî. Di kongreye de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr axivî û diyar kir ku welat bi OHAL û KHK’yan wekî şîrketekê tê birêvebirin. Pîr da zanîn ku ger guhertinên qanûna bingehîn di referandumê re derbas bibe dê şêweyê rêvebirinê bibe wekî ya saziyan û wiha got: “Ger kesek hêzê bigire destê xwe dê bixwaze hemû hêzan bixe bin destê xwe.” Pîr, anî ziman k udi guhertinên qanûna bingehîn ên hatine amadekirin de kurd tune ne û wiha pêde çû: “Em niha li paytextê Kurdistanê ne, lê di pêşnûmeya ku ji aliyê eniya nijatperest ve hatiye amadekirin de kurd tune ne û kurdan tu caran hebûna xwe di Komara Tirkiyeyê de ne dîtin. Çima em dibêjin ‘Na’ em demokratîkim û pergalek demokrat dixwazin. Ger em bibêjin ‘Na’ em ê bikaribin AKP’ê rawestînin. Ger em bêjin ‘Na’ dê pergala serokatiyê ji holê rabe û dê li dijî me neyê bikaranîn. Ger em bêjin ‘Na’ mecbûrin vegerin ser masê û êdî nikarin masayê li gorî dile xwe biqelibînin.” ‘EM Ê JIYANA QESRÊ QEBÛL NEKIN’ Cigira Hevserokê Giştî yê DBP’ê Gulcîhan Şîmşek bi lêv kir ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn bi pirsgirêka kurdan ve girêdayiye û wiha domand: “Em jiyana ku bi deste qesrê tê neqişandin qebûl nakin. Em ê li dijî zilma zaliman li ber xwe bidin. Em dibînîn ku referandum maf, jiyan, demokrasî û azadiya gelan nas nake lê dê têkoşîna li dijî vê mezin be. Ya ku serbikeve dê ‘Na’ be.” Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin. KONGREYA DERSIMÊ DIYARÎ ‘ŞEHÎDÊN AŞTIYÊ’ HAT KIRIN SES’a Dersimê jî 9’emîn Kongreya xwe ya Awarte li salona civînê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê pêk anî. Beriya kongreya ku endamên partiya siyasî û KESK’ê tevlî bûn de sînevîzyonek hat pêşandan. Piştî rêzgirtinê Serokê SES’ê Ozkan Uç, axivî û diyar kir ku ew 9’emîn Kongreya xwe ya Awarte diyarî “şehîdên aştiyê” Eyup Ergen, Abdulazîz Yural û Şeyhmus Dursun dikin. Piştî axaftinan bi hilbijartinê rêveberiya nû diyar kirin.